Hewlêr (Rûdaw ) - Gola Krater a Nemrûdê ya li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bûye rawestgeheke geştyaran.
Nemrûd bi gola xwe ya zelal, şopên volkanîk, pixêrîkên hilmê û jiyana dewlemend a xwezayî bala geştyarên xwecihî û biyanî dikşîne.
Bi nêzîkbûnê havînê û helîna berfê re tevgera geştyariyê lê zêde bûye. Geştyar li hemberî dîmenên newaze mat dimînin.
Geştyar Zeynep Kuçukoguzê wiha qala Gola Nemrûdê kir:
“Xweşikayiyeke xwezayê ye, bi xwezaya xwe, hewaya xwe ya paqij, oksîjena xwe û şînkayiya xwe cihek e ku mirov jê têr nabe. Herêmek e ku mirov jê têr nabe.”
Ji bilî geştyarên xwecihî di salên dawî de gelek geştyarên biyanî jî berê xwe didin Gola Krater a Nemrûdê.
Rehberê Geştyariyê Zubeyîr Ayaz li ser geştyarên di koma xwe de got:
“Koma me geştyarên Fransiz in, çûn Gurcistanê û neh rojan li Gurcistanê man. Pişt re derbasî Qersê bûn. Ji Qersê em hatin vê derê, îro roja me ya çaremîn e.”
Gola Krater a Nemrûdê di çarçoveya Projeya Cihên Hilbijartî yên Geştyariyê ya Ewropayê (EDEN) de sala 2010an “Xelata Newazebûnê” wergirt.
Salane bi hezaran geştyar ji bo dîtina Gola Krater a Nemrûdê û zwezayê wê berê xwe didin Tetwanê.



