Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê pêwendiyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du aliyan her wiha ji bo aramiya herêmê piştgirî da peymana di navbera Washington û Tehranê de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Îrfan Siddiq civiyan.
Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî ya welêt, bipêşxistina pêwendiyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku mijara pêkanîna hikûmeta federal a Îraqê hatiye axaftin.
her du aliyan ji bo parastina serwerî û aramiya welêt bal kişand ser girîngiya "hevahengiya hêzên siyasî."
Diyaloga Hewlêr û Bexdayê
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê derbarê pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de jî bîr û rayên xwe bi hev guhertin û wan tekezî li ser hewlên ji bo derbaskirina astengiyan kir.
Her du alî ji bo çareserkirina pirsgirêkên neçareserkirî hev fikir bû diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêwîst e.
Peymana Amerîka û Îranê
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku beşeke din a civînê li ser bipêşketinîn herêmê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê ji ber ragihandina peymana Amerîka û Îranê dilxweşiya xwe anî zimên.
Nêçîrvan Barzanî û Irfan Siddiq hêvî kir ku ev gav ji bo herêmê bibe destpêka aştiyeke mayînde û nakokî bi rêyên aştiyane bi dawî bibin.
.webp&w=3840&q=75)


