Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê re civiya.
Nûnerê taybet ê Trump "piştgiriya bihêz a welatê xwe ya ji bo hikûmeta nû ya Îraqê ducare kir."
Her wiha her du alî li ser "girîngiya kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve" hevfikir bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack daxuyaniyek belav kir.
"Divê çek di bin kontrola dewletê de bin"
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna wan de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê piştgiriya bihêz a welatê xwe ya ji bo hikûmeta nû ya Îraqê ducare kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve hevfikir bûne.
Çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo hikûmeta Elî Zeydî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê xwest pirsgirêkên Îraqê û bi taybetî jî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de yên ku nehatine çareserkirin li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.
Li aliy ê din, Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê derbarê civînê de daxuyaniyek da û nivîsî:
"Me li ser xurtkirina pêwendiyên dualî û guherînên dawî yên li herêmê gotûbêj kir.
Em her wiha li ser girîngiya domandina hevkarî û diyalogê axivîn da ku em aramî û xweşguzeraniya li herêmê bi pêş bixin.
Min pêbendbûna Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo şirîkatiyeke bihêz a bi Amerîkayê re ducare kir."
Ji bo berjewendiyên her du aliyan
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du alî hevfikir bûn ku şêweyê pêwendiyên di navbera Amerîka û Îraqê de were guhertin.
Hat gotin, "Wan xwest ev pêwendî bibin şirîkatiyeke aborî ya hevseng û demdirêj, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên her du aliyan bike."
Bipêşketinên dawî yên herêmê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bûn mijarên din ên civînê.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Wan pesnê peymana navbera Amerîka û Îranê ya ji bo bidawîanîna şer da.
Wan hêvî kir ku ev peyman bibe sedema pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê."


