Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan rewşa Kurdan a li Sûriyeyê gotûbêj kir.
Rewşa Kurdan û hevkariya bi Şamê re
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û herêmê hatin nirxandin.
Di civînê de her wiha rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên li wî welatî hat gotûbêjkirin.
Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevtêgihiştina di navbera aliyên Kurdî de bûn mijarên din ên hevdîtinê.
Di heman demê de hevahengî û hevkariya bi Şamê re jî bi berfirehî hatin nirxandin.
Tekeziya li ser diyalogê
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê, parastina aramiyê û dabînkirina aştiyê ya li herêmê kir.
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, bipêşxistina hevahengiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê ji bo parastina aramiyê, mijarên din a vê civînê bûn.
.webp&w=3840&q=75)

