Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Koç û Koçberan û Bersivdana Krîzan ê Dihokê Pîr Deyan ragihand ku hikûmeta Îraqê biryara girtina kampên koçberan a heta 31ê Tîrmeha 2025an dabû lê ev biryar bi ser neket.
Pîr Deyan diyar kir ku Bexdayê amadehiyên pêwîst û hevahengî bi Herêma Kurdistanê re nekiriye.
Her wiha wî amaje pê kir ku ji ber wêranbûna ji sedî 80yê xaniyên Şingalê û nebûna xizmetguzariyan, vegera koçberan rûbirûyî astengiyên mezin bûye.
12 sal derbas bûn
Di ser komkujiya Şingalê re 12 sal derbas bûn lê pirsgirêka koçberan hîn jî wekî xwe maye.
Birêvebirê Koç û Koçberan û Bersivdana Krîzan ê Parêzgeha Dihokê Pîr Deyan Ceifer li ser pirsgirêkên Şingalê ji Rûdawê re axivî.
Pîr Deyan Ceifer bi bîr xist ku 12 sal di ser komkujiya Şingalê re derbas bûn û got:
"Li sînorê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hîn 15 kampên koçberan mane. Nêzîkî 20 hezar û 800 malbat di van kampan de dijîn.
Her wiha nêzîkî 35 hezar malbatên din jî li derveyî kampan dijîn ku bi giştî dike nêzîkî 270 hezar kesî."
"Hikûmeta Îraqê bi erkê xwe ranebûye"
Li gorî gotina Birêvebirê Koç û Koçberan ê Dihokê, hikûmeta federal erkê xwe yê li ser vê krîza mirovî bi cih neaniye.
Pîr Deyan Ceifer li ser vê yekê got, "Mixabin hikûmeta Bexdayê ji bo vegerandina koçberan a li ser cih û warên wan bi erkê xwe ranebûye.
Divê her biryareke ku tê dayîn di berjewendiya koçberan de be."
Wî destnîşan kir ku xelkê Şingalê 12 sal in di bin konan de ne û di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn.
Pîr Deyan li ser wan malbatên ku navên xwe ji bo vegerê qeyd kirine jî zanyarî dan.
Wî eşkere kir ku biryar e di meha hezîranê de 595 malbat vegerin lê pêvajo gelekî hêdî dimeşe û wiha domand:
“Hikûmeta Îraqê biryar dabû ku heta 31ê Tîrmeha sala borî hemû kampan bigire. Lê ev biryar bêyî lêkolîn û bêyî hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hat dayîn, ji ber wê jî bi ser neket."
Ji sedî 80yê Şingalê wêran bûye
Pîr Deyan li ser wî pereyê ku wekî alîkarî ji bo vegerê hatiye terxankirin jî axivî û got:
“Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji bo her malbatekê milyonek û 500 hezar dînar diyar kiriye.
Lê ev pere gelekî kêm e û têra pêdiviyên wan nake. Ji ber ku ji sedî 80yê xaniyên Şingalê wêran bûne."
Birêvebirê Koç û Koçberan ê Dihokê destnîşan kir ku vegera koçberan tenê bi girtina kampan nabe.
Wî da zanîn ku pêwîstî bi avedankirin û dabînkirina xizmetguzarî û ewlehiyê heye.
Pîr Deyan daxwaza wan a ji hikûmetê wiha anî zimên:
"Pêwîst e hikûmet ji bo her malbatekê 15 heta 20 milyon dînarî terxan bike, da ku ew karibin xaniyên xwe nûjen bikin."
Pîr Deyan Ceifer di dawiya axaftina xwe de hişyariyek da.
Wî got ku eger xizmetguzarî û ewlehî li Şingalê neyên pêkanîn malbatên ku vedigerin dê careke din neçar bibin ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Pîr Deyan her wiha bal kişand ser kûrahiya vê karesata mirovî û got, "Nifşek di nav kampan de mezin bûye ku heta navê gundên xwe jî nizanin."
.webp&w=3840&q=75)

