Mêrdîn (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê werza çinîna genim dest pê kir.
Li bajêr salane li nêzîkî 3 milyon donim zeviyî genim tê çandin.
Yek ji navçeyên ku herî zêde genim lê tê çandin jî Qoser e. Li navçeyê li nêzîkî milyonek donim zeviyî genim hatiye çandin.
Cotkar bi saya barana zêde ya îsal berhemeke baş bi dest dixin lê ji ber mesrefên giran qezenca wan wan kêfxweş nake.
Dewletê ji bo kîloyek genim 16 lîre û 50 quriş biha diyar kiriye. Cotkar jî dibêjin keda wan vala diçe û ti kara wan nîne.
Ji ber barana zêde û derenghatina havînê, çinîna genim a li Deşta Mêrdînê îsal li gorî salên borî dereng dest pê kir.
"Ka jî pere nake"
Xwediyê makîneya çinîna genim Umran Erguven li ser rewşa bereketê got:
"Sala çûyî ji erdekî bejî ji serê donimekê 200-250 kîlo genim dihat. Ka jê dernediket.
Îsal ji serê donimekê 500-550 kîlo genim tê. Ango diguhere. Maşelah ka jî zêde ye.
Em genimê xelkê diçinin, genim ji wan re û ka jî ji me re dimîne. Lê ka jî pere nake, êdî em û bextê xwe."
Li seranserê Mêrdînê îsal li zêdetirî 3 milyon donimî û li Qoserê jî li nêzîkî milyonek donim zeviyî genim hatiye çandin.
Salane ji sedî 80yê berhemên navçeyê ji zeviyên avî û ji sedî 20ê wan jî ji zeviyên bejî bi dest dikevin.
Li gorî par û pêrar îsal xêr û bereketeke zêde heye lê mesrefên çandiniyê pişta cotkaran şikandiye û nahêle ew bi bereketa îsal kêfxweş bibin.
"Em ji keda xwe zererê dikin"
Cotkar Îrfan Kartal nerazîbûna xwe wisa anî zimên:
“Em hemû ne razî ne. Tonek gubre bûye 30 hezar lîre û lîtreyek mazot jî 70 lîre ye.
Gava em didin ber hevdû, em ji keda xwe zererê dikin.
Nabe em dev ji erdên xwe berdin, em diçînin ev jî perîşanî ye.”
"Xwezî mesref erzan bûna, bila kîloyek bi 2 lîreyan bûya"
Şêxmûs Aşar jî yek ji cotkarên mezin ên Qoserê ye. Wî îsal li nêzîkî hezar donimî genim çandiye.
Lê bihayê ku ji bo kîloyeke genim wekî 16 lîre û 50 quriş hatiye diyarkirin, qudûmê çokên wî şikandiye.
Cotkar Şêxmûs Aşar behsa giranbûna lêçûnan kir û got:
"Ji ber ku mesref giran in min dev ji çandina garis berdaye.
Di rewşeke asayî de gava ku min îro genim çinî, divabû min demildest li şûna wê garis biçanda.
Li gorî mesrefên îro, divabû kîloyeke genim ji xeynî prîma dewletê ji 18 lîreyan ne kêmtir bûya.
Xwezî mesref erzan bûna, bila kîloyek bi 2 lîreyan bûya.
Min du barhilgir genim firotin û ew kesê ku min firotiye wê jî hevalê min e.
Ez çûm min lavayî wî kir da ku ez bikaribim deynên xwe yên mazotê û hinek mesrefên xwe bidim.
Bi zorê min du barhilgir firotin. Min kîloya wê bi 15 lîreyan bi deynê 45 rojan firot."
Cotkar nikarin berhema duyemîn biçinin
Mesrefên zêde yên wekî mazot, gubre, elektrîka avdaniyê û veguhastinê gihiştine asteke wisa ku cotkar ketine nava fikaran.
Ji ber van sedeman gelek cotkar dibêjin dê piştî genim nikaribin çandiniya berhema duyemîn bikin.
.webp&w=3840&q=75)

