Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê xaniyên dîrokî yên ku nêzîkî 300 salî hene li hemberî demê li ber xwe didin.
Ew xanî bi mîmariya xwe ya bêhempa ya ji kevir û daran bala geştyar û wênegiran dikişînin.
Li gundên navçeya Hîzanê xaniyên ku beriya sedsalan bi hunereke taybet hatine avakirin hene.
Van xaniyan heta roja me ya îro reseniya xwe parastiye.
Ev xaniyên 2 û 3 qatî wekî mîrateya çandî ya herêmê tên qebûlkirin.
Her wiha ev xanî nîşaneya herî zindî ya mîmariya klasîk a Kurdistanê ne.
Li quntarên çiyayan
Ev avahiyên dîrokî li quntarên çiyayan û li ber geliyên kûr hatine avakirin.
Taybetiya herî girîng a van xaniyan ew e ku kevir û dar bi hostatî tê de hatine bikaranîn.
Ev xanî bi awayekî li ser hev hatine rêzkirin ku wekî tabloyekê xuya dikin.
Rawestgeha wênegiran û xwezahezan
Xaniyên Hîzanê ne tenê bi dîroka xwe, her wiha bi hawirdora xwe ya xwezayî jî balê dikişînin.
Lewma her sal gelek wênegir, xwezahez û geştyarên xwecihî û biyanî gundên Hîzanê ziyaret dikin.
Mêvanên ku diçin herêmê van mîrateyên sedsalan bi kamerayên xwe qeyd dikin û vê bedewiyê bi cîhanê re parve dikin.
Van xaniyên ku şahidiya sedsalan kiriye wekî bîra dîrokî ya herêmê tên dîtin.
Ew hîn jî bi hemû heybeta xwe li ser pêyan in û mîna ku bixwazin çîrokên demên kevin ji nifşên nû re vebêjin disekinin.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)