Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê gavên yekem tên avêtin û îro li herêmê xebatên paqijkirina mayînan dest pê dikin.
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna peymana li gel HSDyê Mistefa Ebdî li ser mijarê axivî.
Mistefa Ebdî ragihand ku sibe gavên destpêkê yên ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê tên avêtin.
Li gorî gotina wî, ev qonax dê bi paqijkirina rê û gundan a ji mayîn û paşmayên teqemeniyan pêk were.
Komîteyeke pispor hat avakirin
Mistefa Ebdî diyar kir ku ji bo vegera koçberan komîteyeke pispor hatiye avakirin.
Ev komîte ji Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Serê Kaniyê û Lîwaua 60î ya artêşê pêk tê.
Armanca vê komîteyê ew e ku xebatên paqijkirina mayînan bên kirin û herêmê ji bo vegera xelkê ewle bike.
Amadehî hatine temamkirin
Mistefa Ebdî destnîşan kir ku nexşeyên cihên mayînan jî di nav de hemû amadehiyên lojîstîk hatine temamkirin.
Bi vî awayî tîmên pispor dê dest bi paqijkirina gund û rêyan bikin û xetereyan ji holê rakin.
Wî bal kişand ser rewşa rêyên herêmê jî û diyar kir ku rêyên Til Temir-Serê Kaniyê û Dirbêsiyê-Serê Kaniyê di demên dawî de hatin vekirin.
Lê ji ber belavbûna mayînan, heta niha ti çûn û hatin li ser wan rêyan nebûne.
Piştî ku xebatên paqijkirinê biqedin, dê ev rêyên sereke li pêşiya welatî û koçberan werin vekirin.
Zêdetirî 80 hezar koçber li bendê ne
Li gorî amarên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, zêdetirî 80 hezar koçber hene.
Ew koçberên Serê Kaniyê û gundewarên wê, li benda vegera ser mal û milkên xwe ne.
Tê çaverêkirin ku li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn, koçber bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.
.jpg&w=3840&q=75)


.jpg&w=3840&q=75)