Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya ENKSyê civiyan û wan tekez kir ku yekrêziya Kurdan girîng e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurda a li Sûriyeyê (ENKS) pêşwaziya kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa giştî ya herêmê, rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê/ rewşa Kurdan û herêmên Kurdan yên li wî welatî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha hilbijartinên dawî yên Encûmena Gel ên li Sûriyeyê jî hatin nirxandin.
Rewşa Kurdan û hilbijartin
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya beşdariya Kurdan a di pêvajoya siyasî de kir.
Hat destnîşankirin ku divê Kurd di saziyên siyasî, yasadanîn û kargêriyê yên Sûriyeyê de cih bigirin.
Ev yek wekî bingeheke sereke ya ji bo misogerkirina mafên rewa yên Kurdan hat dîtin.
Banga yekrêziyê û diyalogê
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola bibandor a ENKSyê.
Wî girîngiya helwesta hevbeş a Kurdên Sûriyeyê û berdewamiya diyaloga di navbera hemû aliyên Kurdan de anî zimên.
Nêçîrvan Barzanî her wiha xwest ku pêwendî û hevkariya bi Şamê re bi pêş bikevin.
Wî da zanîn ku ji bo pirsgirêkên siyasî çareseriyeke berfireh pêwîst e da ku asayîş û aramî were parastin.
Qala çalakiyên xwe kirin
Şandeya mêhvan jî bi kurtasî qala çalakî û hewlên siyasî yên ENKSyê kir.
Wan ji ber piştgiriya wî ya ji bo Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.
Metirsiya DAIŞê û hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re
Metirsiyên DAIŞê û tevgerên wê yên dawî bûn mijareke din a civînê.
Di vê çarçoveyê de, ziyaretî dawî ya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack a li Hewlêrê hat bibîrxistin.
Hat diyarkirin ku Tom Barrack, Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civîneke hevbeş pêk anî.
Hat zanîn ku di wê civînê de jî ji bo rûbirûbûna terorê tekezî li ser xurtkirina hevkariyê hatiye kirin.

.jpg&w=3840&q=75)

