Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sêmalkayê yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de, zarokekî 7 salî yê bi otîzmê winda bû.
Vê sibehê Gulîstan Elî li gel her du zarokên xwe Mîranê 7 salî û Mêlaya 3 salî çûbû Deriyê Sêmalkayê.
Wan dixwest derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibin.
Lê belê Mîran demjimêr 10:00an li Deriyê Sêmalkayê ji nişka ve winda dibe.
Pêlavên wî li ber Çemê Dîcleyê hatin dîtin
Li gorî agahiyan, pêlavên wî zarokê bi otîzmê li ber Çemê Dîcleyê hatine dîtin.
Niha Asayîşa Herêma Kurdistanê û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li derdora çem û li ser avê li Mîran digerin.
Heta niha ew zarok nehatiye dîtin.
Banga malbatê
Malbata Mîran pêwendî bi Rûdawê re danî û xwest ku bi rêya Rûdawê dengê xwe bigihîne her kesî.
Malbat ji kesên ku zanyariyan li ser Mîran dizanin daxwaza alîkariyê dike.
Hat zanîn ku Gulistan û malbata xwe li Hewlêrê dijîn.
Ew beriya mehekê çûbûn Rojavayê Kurdistanê û îro dixwestin vegerin Hewlêrê.

.jpg&w=3840&q=75)

