Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê cotkar berhemên xwe yên genim ên sala 2026an radestî sayloyan dikin.
Hikûmetê ragihand ku ji bo wergirtina berheman hemû amadekarî û hêsankariyên guncaw hatine kirin.
Birêvebirê Sayloya Sebahî El-Xêrê Îmad Nayif li ser mijarê got:
“Em niha bi hemû şiyanên xwe amade ne ku berhemên genim ên sala 2026an wergirin.
Hemû kadroyên navenda me hatine agahdarkirin ku ji bo kirîna berhemên vê werzê ji cotkaran re asankariyan bikin.”
Wergirtina genim bi rêya platformê tê kirin
Li gorî berpirsan, wergirtina genim îsal tenê bi rêya platformeke elektronîk tê kirin.
Ev platform dem û sayloya herî nêzîk ji cotkar re destnîşan dike da ku ew karibe berhemên xwe radest bike.
Alîkarê Birêvebirê Desteya Bazirganiyê Husam Ciweyid li ser pêvajoyê agahî dan û got:
“Di çarçoveya bihêzkirina ewlehiya xwarinê de me ji cotkarên Hisîçayê dest bi wergirtina genim kiriye.
Niha barhilgir derbasî ser qapanê de dibin û pispor nimûneyan ji genimê radestkirî werdigirin da ku kalîteya wî binirxînin.”
Tê pêşbînîkirin ku berhem bigihe milyonek tonî
Li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 20 navend û sayloyên wergirtina genim hene.
Tê pêşbînîkirin ku berhemên îsal bigihin zêdetirî milyonek ton genim.
Hikûmeta Sûriyeyê îsal ji bo her kîloyeke genim 4 hezar û 600 lîreyên Sûriyeyê diyar kiriye.
.jpg&w=3840&q=75)


