Hewlêr (Rûdaw) - Li çend deverên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, di dema çînînê de bi sedan donim zeviyên genim şewitîn.
Li navçeyên Til Birak, Zirgan û Serê Kaniyê ji ber agirpêketinê û nebûna tedbîrên pêwîst, cotkaran keda salekê ji dest da.
“Keda me bû xwelî”
Xwediyê zeviya şewitî Ehmed Xilêf bangî rayedaran kir û got:
“Em hawara xwe digihînin berpirs, hikûmet û serokkomar da ku bi çavê xwe bibînin ka çi wêranî bi serê xelkê de hatiye.
Binêrin, em îro di nav xweliyê de mane. Rizq û berhema me şewitî. Em saleka sax li benda vê berhemê man lê di dawiyê de xwelî ket çavê me.
Berpirsên hikûmetê, hûn dizanin mazot tune da ku traktor derbasî nav zeviyan bibin û rê li ber agir bigirin?
Hûn dizanin av jî tune da ku em tankeran bînin û bi ser agir de berdin?”
Gelek cotkar diyar dikin ku bikaranîna platforma elektronîk îsal ji bo wan pirsgirêk çêkiriye.
Bi gotina wan, rêkarên demdirêj ên platformê pêvajoya çinînê dereng dixin û ji ber vê yekê jî agir bi zeviyên wan dikevin.
“Her tiştê me bi deyn e”
Xwediyê zeviya şewitî Mihemed Hesen jî wiha axivî, “Agir hat û her tişt şewitand.
Zererên me gelekî mezin in. Spas ji Xwedê re, mesrefên cotkirin, tov û zibil hemû li ser me deyn in.
Me çewalên xwe amade kiribûn da ku dest bi çinînê bikin lê agir pê ket û hemû şewitî.
Xwediyên makîneyîn çinînî nînin û bihabûna mazotê dikin hincet. Ev hefteyek e ez li pey makîneyên çinînê digerim lê peyda nabin.
Ew bihabûna mazotê dikin hincet yan jî heqdestekî pir zêde ji bo çinînê dixwazin.”
Li gorî berpirsên pêwendîdar, heta niha li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî hezar doniman zeviyên genim şewitîne.
Tê gotin ku sedemên agirpêketinê ji ber têkçûna makîneyên çinînê ya di dema çinînê de, xemsariyê yan jî topbarana bêserûber a li hinek gundên ser sînor in ku nêzîkî herêmên şer in.


.jpg&w=3840&q=75)