Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) diyar kir ku “Divê Kurd bibin beşek ji avakirina Sûriyeyê.”
Berdevkê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û pêşhatên dawî pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi desteya serokatiyê ya ENKSyê re civiya.
Feysel Yûsif destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di asta herêmî û navneteweyî de xwedî roleke girîng e.
Yûsif da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî her tim piştgiriyê dide Pirsgirêka Kurdan û li pey çû:
"Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî wekî serkirdeyekî herêmê, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Ereb û Xiristiyanan jî xwedî rêzeke taybet e.
Ew dixwaze ku Kurd li Sûriyeyê ne wekî pirsgirêkekê, wekî beşeke bingehîn a avakirina welêt werin dîtin."
“Yekhelwestiya Kurdan”
Feysel Yûsif li ser yekrêziya aliyên Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hewlên ji bo "Yekhelwestiya Kurdî" didomin.
Yûsif eşkere kir ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de pêwendiyên berdewam hene.
Berdevkê ENKSyê li ser mijara çûyîna Şamê û dan û standinên bi birêvebiriyê re got:
"Em dixwazin wekî miletê Kurd bi şandeyekê û bi yek helwestê herin Şamê.
Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.
Cenabê Nêçîrvan Barzanî jî piştgiriyê dide ku Kurd bi yekdengî daxwazên xwe pêşkêşî Şamê bikin."
“Sûriye ne tenê ya Ereban e”
Feysel Yûsif bal kişand ser navê dewletê û sîstema birêvebirinê ya li Sûriyeyê û ragihand ku ew daxwaza sîstemeke nenavendî dikin û anî ziman:
"Sûriye welatê hemû pêkhateyan e.
Em dixwazin navê welêt di destûrê de wekî 'Komara Sûriyeyê' were nivîsandin, ne tenê wekî komareke Ereban.
Divê hemû nasname werin naskirin.
Mafê miletê Kurd heye ku di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bi sîstemeke nenavendî herêmên xwe bi rê ve bibe."
Alîkariyên mirovî û rola Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
Feysel Yûsif her wiha spasiya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed û krîza mirovî ya li herêmê, bi hawara xelkê ve çûne.
Yûsif diyar kir ku ev alîkarî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê gelekî bi qîmet in.
Di dawiyê de Feysel Yûsif destnîşan kir ku ji bo "Lêvegereke Kurdî" wan berî çend mehan projeyek pêşkêş kiriye û Nêçîrvan Barzanî jî ji bo serkeftina vê projeyê piştgiriyeke tam nîşan daye.


