Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di şewata li malekê de zarokeke 7 salî mir.
Di heman şewatê de dayîk, bav û 3 zarokên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gundê Heremhidadê yê Qoserê destê sibehê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.
Piştî ku cîran bi agir hesiyan, wan agahî da tîmên agirvemirandinê, tenduristiyê û cendirmeyan.
Tîmên agirvemirandinê agir vemirand û hat tesbîtkirin ku Melîke D.ya 7 salî li cihê bûyerê miriye.
Dayîk, bav û 3 zarokên din ên ku di şewatê de birîndar bûbûn, piştî midaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Cenazeyê Melîke D.yê ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Rayedaran ragihand ku ji bo diyarkirina sedema derketina agir dest bi lêkolînê hatiye kirin.



