Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê berî du rojan welatiyekî kalekî dema ku xwest li mizgeftê nimêj bike canê xwe ji dest da.
Qaymeqamê Kelarê Arif Adil li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand:
"Kalekê bi navê Elî Hacî Xayîb ku rûniştiyê navçeya Kelarê ye, ji bo nimêja esirê çûye Mizgefta Mihemed Mistefa û li wir canê xwe ji dest daye."
Li gorî daxuyaniya Qaymeqamê Kelarê, koça dawî ya wî pîremêrî di dema nimêjê de bûye û mirina wî asayî bûye.
Zavayê Elî Hacî Xayîb, Berzan Osman ji Rûdawê re got:
"Ew her roj berî her nimêjê 10 xulekan zûtir diçû mizgeftê. Wî hemû nimêjên xwe li mizgeftê dikirin.
Ti nexweşiya wî ya giran (kronîk) tunebû û rojane gelekî çalak bû."
Berzan Osman diyar kir ku bijîşkên beşa hewarçûnê ya Kelarê ragihandine ku sedema mirina wî krîza dil bûye.


