Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bajarê Nû ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, parçeyek xiyar di qirika mişteriyekî de ma.
Mişterî bi destwerdana karmendekî û bi manewraya Heimlichê ji xeniqînê rizgar bû.
Bûyera ku qewimiye bi kamerayên ewlehiyê yên xwaringehê hatiye qeydkirin.
Bilez çû hawara wî
Bûyer êvarê dema ku mişterî li xwaringehê xwarin dixwar qewimî.
Piştî ku parçeyek xiyar di qirika wî de ma di bêhnstandinê de zehmetî kişand.
Karmendê xwaringehê Serhat Yilmaz bi rewşê hesiya û bilez çû hawara wî.
Bi manewraya Heimlichê rizgar kir
Yilmazê ku beşa perestariyê qedandiye, pêşî hewl da wî parçeyî ji qirika wî derxe û hêdîka li pişta wî xist.
Dema ku ev yek bi kêr nehat wî manewraya Heimlichê pêk anî.
Bi vî awayî parçeyê xiyar ji qirika wî derket û mişterî karîbû bi rehetî bêhnê bistîne.
"Min cidiyeta bûyerê fêm kir"
Karmendê xwaringehê Serhat Yilmaz li ser bûyerê axivî û got:
"Ji ber ku min beşa perestariyê qedandibû, min di wê kêliyê de cidiyeta bûyerê fêm kir.
Pêşî min bi awayekî aram hewl da û ji jor ber bi jêr ve hêdîka li pişta wî xist. Dema ku ew parçe derneket, min manewraya Heimlichê pêk anî.
Me bandora vê manewrayê bi awayekî eşkere dît ku em bûn wesîleya rizgarkirina canekî."


