Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Heta ku yek revandiyê di destê DAIŞê de mabe em dê li wan bigerin.”
Îro Tora "Hestanewe"yê bi fermî hat ragihandin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beşdarî merasîma ragihandina Tora "Hestanewe"yê (Vejîn) bû ku ev tor ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê hatiye avakirin.
Dilşad Şehab di vê merasîmê de bi nûnertiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî.
Dilşad Şehab da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniye gotiye, "Heta ku kesekî revandî mabe, ofîsa me dê di warê rizgarkirin û lêgerîna li çarenivîsa wan de xebatên xwe bidomîne."
"Ragihandina vê torê derbirîna îradeyê ye"
Dilşad Şehab di axaftina xwe de anî got, "Em hevkariya hemû wan pêkhateyan dikin û piştgiriyê didin wan ên ku bûne qurbaniyên destê DAIŞê."
Dilşad Şehab diyar kir ku ragihandina vê torê derbirîna îradeyê ye.
Wî destnîşan kir ku ev gaveke girîng e ber bi qonaxeke nû ve û pê de çû:
"Di vê qonaxê de rizgarbûyî bi xwe dibin xwediyê destpêşxeriyê. Ew dibin xwedî dengekî bibandor di pirsa maf û paşeroja xwe de."
"Em dê nasnameya Êzidiyan biparêzin"
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê qala piştgiriya wan a ji bo Kurdên Êzidî kir û wiha axivî:
"Erkê me ye ku em her tim di rewşên dijwar de piştgiriya xwîşk û birayên xwe yên Êzidî bikin.
Em îro jî ducare dikin ku li Kurdistan, Îraq û li her derê em dê her tim piştgiriyê bidin mafên wan ên rewa û nasnameya wan biparêzin."
Dilşad Şehab tekez kir ku ofîsa wan dê karên xwe yên ji bo rizgarkirin û peydakirina kesên winda bi biryardarî bidomîne.
Avakirina Şingalê û dadperwerî
Dilşad Şehab li ser gavên dadperweriyê û avakirina herêmên zererdîtî jî got:
"Pêkanîna dadperweriyê û misogerkirina mafên rizgarbûyan erkê me ye. Eşkerekirina çarenivîsa windayan û bicihanîna yasaya rizgarbûyên Êzidî karên me yên sereke ne."
Li gorî gotina Dilşad Şehab, amadekirina rewşeke guncaw ji bo vegera wan, avakirina Şingalê û deverên din ên Êzidiyan erkên ser milê wan in.
Dilşad Şehab li ser vê yekê jî got, "Em dê ji bo vê yekê hemû karên pêwîst bikin û em dê ti xemsariyê nekin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de pesnê wêrekî û xweragiriya rizgarbûyan da.
Wî hêvî kir ku ragihandina vê torê bibe destpêka qonaxeke nû ku tijî hêvî, xebat û bidestxistina destkeftiyên zêdetir be ji bo rizgarbûyan.


