Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Çemişgezekê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, pezkovî û karikên wan hilkişiyan ser jûrên şikeftan yên dîrokî û dîmenên wan bi dronê hatin tomarkirin.
Tê texmînkirin ku ev şikeftên dîrokî yên ku ji 25 jûran pêk tên ji serdema Ûrartûyan mane.
Hilkişîna pezkoviya a bi ser pêlekanên darîn û bazdana wan a nava jûran dîmenên gelekî balkêş derxistin holê.
Geliyê Çemê Taxarê yê li navçeya Çemişgezekê bi cihên dîrokî û xwezaya xwe ya dewlemend derdikeve pêş.

Li beşên jorîn ên geliyê, di nava zinarên asê de jûrên ji keviran hene ku di nav xelkê de wekî "Şaneyên Derwêşan" û "Şikeftên Çemişgezekê" tên naskirin.
Tê texmînkirin ku ev avahî yên serdema Ûrartûyan e û wekî herêma arkeolojîk û xwezayî di bin parastinê de ye.
Avahî ji çar qatan û 25 jûran pêk tê. Jûr bi korîdoran bi hev ve girêdayî ne û pencerên mezin ên ji bo ronahiyê tê de hene.
Tê diyarkirin ku ev jûr di dîrokê de ji bo hewandin û manê hatine bikaranîn û ew yek ji mîratên dîrokî û çandî yên herêmê ne.

Pezkovî hilkişiyan jûran
Pezkoviyên ku li gorî peymanên navneteweyî tên parastin û ji aliyê xelkê herêmê ve jî pîroz tên qebûlkirin, vê carê bi tevgerên xwe yên di nava jûrên dîrokî de hatin tomarkirin.
Pezkovî û karikên wan li zinarên asê yên Geliyê Çemê Taxarê digeriyan û piştre hilkişiyan ser jûrîn şikeftan. Ev kêlî bi dronê hatin qeydkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku hinek ji wan pezkoviyan bi ser wan pêlekanên darîn dikevin ku ji bo ziyaretvanan hatine danîn.
Hinekên din jî di navbera zinaran re hildipirikin û derdikevin jûrên li qatên jorîn.
Her wiha ketina pezkoviyan a nava jûrên şikeftê û gera wan a li ber beşa penceran jî di dîmenan de xuya dike.

Mîrata dîrokî û jiyana kovî di heman dîmenî de
Li Geliyê Çemê Taxarê gihiştina van jûran xwedî dîroka bi hezaran salan û pezkovî dîmeneke gelekî balkêş afirand.
Tevgera hêsan a pezkoviyan a di nava qatên vê avahiya kevnar de, careke din hem mîrata çandî ya herêmê û hem jî dewlemendiya jiyana kovî bi awayekî berbiçav nîşan da.

.jpg&w=3840&q=75)

