Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji ber tirsa rûdana şerekî berfirehtir ê bi Îsraîl û Amerîkayê re, top û çekên giran li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kirin.
Di heman demê de Artêşa Pasdaran a Îranê operasyonên xwe yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku hêzên Artêşa Pasdaran û karwanên leşkerî yên hilgirê çekên giran û nîvgiran ji parêzgehên din veguhastin bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine.
Li gorî zanyariyan, ev sewqiyat li bajarên wekî Sine, Kamyaran, Serwabad, Merîwan û Baneyê hatiye kirin.
Çavkaniyekî agahdar ji Kamyaranê ji KHRNê re diyar kir ku bi sedan endamên hêzên taybet ên Artêşa Pasdaran ku tê texmînkirin endamên Yekîneya Sabêrînê ne, di nava hefteyên borî de bi rêya karwanên leşkerî derbasî derdora gundên li quntara Çiyayê Şahoyê yê navçeya Kamyaranê bûne.
Zextên li ser Tehranê zêde dibin
Ev sewqiyata leşkerî di demekê de tê kirin ku Tehran ji ber aloziyên li ser Tengava Hurmizê û pirsa dewlemendkirina uranyumê ya bi Amerîkayê re rûbirûyî zexteke mezin a jeopolîtîk e.
Dorpêça ku Amerîkayê ji nîvê tîrmehê ve sepandiye derbeyeke giran li aboriya Îranê daye û hinartina wê ya petrolê gihandiye sifirê.
Di heman demê de li Washington û Îsraîlê jî nîqaşên li ser şerekî berfirehtir gurtir bûne.
Li aliyê din, Artêşa Pasdaran hezaran çekdarên Kurd ên alîgirên hikûmetê li herêmên Kurdan seferber kirine da ku rê li ber êrişên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigire.
Her wiha Tehranê zextên xwe yên li ser Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde kirine da ku çalakiyên wan koman sînordar bikin û wan bêçek bikin.
Li ser du eniyan alozî hene
Ev sewqiyata leşkerî di heman demê de li gel zêdebûna aloziyên çekdarî yên li ser du eniyên cuda rû dide; komên mixalefeta Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û komên çekdar ên Belûçan jî li başûrrojhilatê welêt çalak in.
Li Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) roja duşemê ragihand ku Artêşa Pasdaran roja yekşemê herêmên çiyayî û daristanî yên Merîwanê "pêşî bi du dronên xwekuj, piştre jî bi zêdetirî 30 guleyên hawanê û çekên giran" kiriye hedef.
PJAKê eşkere kir ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Wê komê roja şemiyê hişyarî dabû Artêşa Pasdaran ku heke êrişên li ser çeperên wan bidomin, ew dê "mafê parastina rewa" bi kar bînin.
Ev pevçûn hevdem in li gel çend êrişên bi dronan ên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav Herêma Kurdistanê.
Roja çarşemê, Artêşa Pasdaran du dronên cureya “Hedîd-110” avêtin ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên li nêzîkî Çiyayê Herîrê ku 70 kîlometreyî li bakurrojhilatê Hewlêrê ye, lê ti zererên canî çênebûn.
Li Sîstan û Belûçistanê jî pevçûn hene
Li aliyê din, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê jî tundî zêde bûye û di navbera hêzên ewlehiyê û komên çekdar de pevçûn derdikevin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Haalvshê ya Belûçan roja çarşemê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îranê serê sibehê li navçeya Xaşê di dema şopandina wesayîtekê de hêzên ewlehiyê welatiyekî Belûç bêyî hişyariyê gule lê reşandin û ew kuşt.
Lê Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya ser bi Artêşa Pasdaran ve îdîayeke din anî zimên û got ku polîs piştî ku li nêzîkî stasyoneke benzînê ji du otomobîlan bi guman bûne, ketine ber guleyan.
Li gorî Haalvshê, roja duşemê di bûyereke din a li wê parêzgehê de du kes hatin kuştin û çend endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn lê Ajansa Tasnîmê nûçeyên pevçûnên li wê deverê red kirin.
Ev alozî û liv û tevgerên li Rojhiltatê Kurdistanê û Belûçistanê nîşan didin ku Tehran hem di warê ewlehiya navxweyî de li beramberî komên mixalefetê û hem jî li hemberî zextên mezin ên derve di rewşeke dijwar de ye.


.jpg&w=3840&q=75)
