Hewlêr (Rûdaw) - Fatîh Erbakan ragihand ku ew ne li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê ne û gotinên wî yên berê xelet hatine fêmkirin.
Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan çû bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Fatîh Erbakan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê daxuyanî da.
Erbakan berê gotibû, "Perwerdeya bi zimanê dayîkê dê bibe wekî şorbeyê."
Erbakan li Amedê diyar kir ku gotinên wî xelet hatine fêmkirin û ew ti carî li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê derneketine.
Serokê Partiya Yenîden Refahê li ser mijarê da zanîn:
"Em ti carî ne li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê bûn.
Em ti carî ne li dijî fêrbûna zimanê dayîkê bûn.
Herî dawî hefteya borî li Wanê kongreya me ya navçeya Rêya Armûşê (Îpekyolu) hebû û min li wir jî got: 'Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê welatiyên li herêmê ye û dema em bibin desthilat em dê vê mijarê çareser bikin.'
Me gotibû eger zimanê fermî ji yekî zêdetir be dê pirsgirêk derkeve, li dewletekê ya herî guncav ew e ku zimanê fermî yek be.
Lê me diyar kir ku divê zimanên din ango zimanên axaftinê bi rêya perwerdeyê werin piştgirîkirin, pê biaxivin û zindî bimînin.
Li wir fêmkirineke xelet a biçûk çêbû. Bikaranîn û axaftina zimanê dayîkê mafekî jidayîkbûnê ye û mafê kesî nîne ku rê li ber wê bigire.
Eger xwestek hebe, hînkirina wê û wergirtina perwerdeya bi zimanê dayîkê jî mafek e û divê were bicihanîn.
Me tenê got divê zimanê fermî yê dewletê tenê Tirkî be. Li vir tevlîheviyek çêbû."
"Divê navê Şêx Seîd bijî"
Erbakan her wiha qala biryara dadgehê ya li ser betalkirina navê "Bulvara Şêx Seîd" a Amedê kir û got:
"Ti pirsgirêk nînin ku navê Şêx Seîd li vê derê bijî.
Ji ber ku daxwaza xelkê jî heye, divê li ser vê mijarê zextek nebe."


.jpg&w=3840&q=75)
