Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê di ser hilbijartinên parlamentoyê re zêdetirî du salan derbas bûne jî lê partiyên siyasî hîn li ser aktîvkirina parlamentoyê li hev nekiriye.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wan aliyên ku tevlî civînê nabin berpirsyar dibîne.
Li hêla din, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî dibêje ku bêyî lihevkirineke pêşwext parlamento nikare bicive.
Serokê Demkî yê Parlamentoya Kurdistanê Mihemed Silêman diyar kir ku ew amade ye parlamentoyê aktîv bike û desteya serokatiyê hilbijêre.
Lê belê Mihemed Silêman anî zimên ku bêyî lihevkirina pêşwext a partiyên siyasî, civîneke wiha dê krîzeke kûr derxe holê.
Mihemed Silêman ji Rûdawê re qala partiyên ku ji bo civînê amade ne kir û got:
"Nifşê Nû (bi şert), Helwest, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goranê, Partiya Sosyalîst û nûnerên Kotayê amade ne beşdarî civînê bibin."
"Bêyî YNKyê civîn zehmet e"
Mihemed Silêman bal kişand ser helwesta YNKyê jî û wiha axivî:
"YNK li Herêma Kurdistanê yek ji aktorên sereke ye. Bêyî YNKyê civîna parlamentoyê rewşê zehmet dike.
Bi taybetî jî gava em li ber çavan bigirin ku di navbera YNK û Nifşê Nû de peymaneke stratejîk heye, ev yek bêtir eşkere dibe."
Mihemed Silêman da zanîn ku ew dê di rojên bê de bi rayedarên Nifşê Nû re bicive û şertên wan guhdarî bike.
Wî eşkere kir ku gava PDK, YNK û Nifşê Nû li hev bikin, ew dê dîroka civînê diyar bike.
YNK: Lihevkirineke berfireh şert e
Endamê Encumena Serokatiyê ya YNKyê Ebas Fettah ji Rûdawê re axivî.
Wî destnîşan kir ku ji bo aktîvkirina parlamentoyê amadehî û lihevkirineke pêşwext pêwîst e û got:
“Divê ew aliyên ku dê kabîneya nû ya hikûmetê pêk bînin, li ser Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji berê de li hev bikin.
Bêyî ku di dabeşkirina erkan de lihevkirineke temam çêbibe, parlamento nikare were aktîvkirin."
PDK: Ti hincet nayên qebûlkirin
PDK jî dixwaze ku civîn demildest bê lidarxistin.
Seroka Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîdê destnîşan kir ku divê civîn bêyî ti pêşmercî were kirin.
Dr. Ferîd bang kir û got, “Her aliyê ku beşdarî civînê nebe, li hemberî dîrokê û xwîna şehîdan bi xwe berpirsyar e.
Ji bo paşxistina civînê êdî ti hincet nemane. Em wekî fraksiyona PDKyê ji bo civînê amade ne."
Helwest deng nade, Yekgirtû li benda dîrokê ye
Berdevkê Tevgera Helwestê Elî Heme Salih ragihand ku ew ji bo beşdarbûna civînên parlamentoyê her tim amade ne lê ew dê di dengdana desteya serokatiyê de deng nedin ti namzedan.
Elî Heme Salih ew yek wekî "binpêkirina yasayê" nirxand ku Serokê Demkî banga civînê nake.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûyê Mistefa Ebdullah jî got ku hîn dîrokeke fermî ji bo civînê nehatiye diyarkirin.
Mistefa Ebdullah diyar kir ku gava dîrok zelal bibe, ew dê wekî partî bicivin û biryara beşdarbûnê bidin.
Berdevkê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Dr. Ferhad Tevfîq jî li ser vê mijarê anî zimên:
"Gava em piştrast bibin ku civîn parlamentoyê asê nake û dê hemû alî beşdar bibin, em dê li wê derê bin."



