Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku divê helwesta li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê nemîne.
Zekeriya Yapicioglu xwest ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê demildest were pêkanîn.
"3 şertên çareseriyê hene"
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu îro li Amedê beşdarî Kongreya 5emîn a Asayî ya partiya xwe bû.
Zekeriya Yapicioglu di kongreyê de axivî û qala pêvajoya çareseriyê kir.
Wî diyar kir ku biratî tenê bi gotinan nabe û divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn.
Yapicioglu li ser şertên pêvajoyê got, “Sê şertên bingehîn ên çareseriyê hene: Ya yekem îradeyeke saxlem e, ya duyem cesaret e û ya sêyem jî dilsozî ye.”
"Tundiyê zerereke mezin daye"
Serokê HUDA PARê anî zimên ku tundiyê zerera herî zêde daye gelê Kurd.
Zekeriya Yapicioglu destnîşan kir ku dema edalet xera dibe, aştî û aramiya civakî jî têk diçe.
Yapicioglu li ser rêbaza çareseriyê wiha agot:
"Rêbaza çareseriyê ne gelekî tevlihev e. Tiştê ku hûn ji bo xwe dixwazin, hûn dê ji bo birayên xwe jî bixwazin.
Tiştê ku hûn naxwazin li hemberî we were kirin, hûn dê li hemberî birayên xwe jî nekin."
"Biratî ne tenê axaftin e"
Yapicioglu da zanîn ku divê daxwazên rewa yên mafan bêyî ku bibin mijara bazarê, demildest bên bicihanîn û got:
"Mînak, divê helwesta li dijî naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nemîne. Biratî ne tenê axaftin e.
Hiqûqeke biratiyê heye û divê ew hiqûq were bicihanîn.
Eger Tirkiye dixwaze li herêmê bibe aktoreke bibandor û bihêz, divê pêşî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike."
Yapicioglu hişyarî da ku heta Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke, nikare li derveyî welêt bibandor be û got, "Berovajî vê, dê li ber destwerdanên derveyî vekirî be."
Serokê HUDA PARê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser edalet û yekîtiyê û wiha pê de çû:
"Dema hiqûqa biratiyê were bicihanîn, dê edalet li her derê belav bibe, dê yekîtî pêk were û hevgirtina civakî xurt bibe.
Eger em bi rastî bira bin û em yekgirtî bin, em dikarin her pirsgirêkeke welêt çareser bikin. Me berê jî ev kiriye û em dikarin dîsa bikin. Dîroka me şahidiya vê yekê dike.”



.jpg&w=3840&q=75)