Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên du zarokên Kurd ên ku li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê, dema li gel malbata xwe di ser Çemê Merîçê re derbasî Yunanistanê dibûn, ji ber binavbûna belemê xeniqîn, sibe cenazeyên wan vedigerin Herêma Kurdistanê.
Lêgerîna termê Hestyarê 12 salî hîn jî berdewam dike.
Malbata ji Silêmaniyê ya ku ji 5 kesan pêk dihat, tevî 3 ciwanên din ji Herêma Kurdistanê, bi armanca çûna Ewropayê berê xwe dabûn Çemê Merîçê.
Di encama vê karesata ku 14ê Çiriya Pêşîn qewimî de, 3 zarokên malbatê yên bi navên Mêla Reşîd, Heryad û Hestyar xeniqîn û tenê dayîk û bav hatin rizgarkirin.
Termên herdu zarokan hatin radestkirin
Xalê zarokan, Berzan Reza, îro ji Rûdawê re axivî û got ku termên herdu zarokan îro radestî wan hatine kirin û ji Edîrneyê ber bi Stenbolê ve hatine birêkirin.
Li gorî agahiyên ku Berzan Reza dane, tê payîn ku cenaze sibe danê sibehê demjimêr 05:30an bigihîjin Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Dayîk û bavê dilşewat, bi hevkariya Nûnera Tirkiyeyê ya Rêxistina Lûtkeyê Kurdê Yaşar, termên zarokên xwe ji morga Edîrneyê wergirtin.
Piştî temamkirina kar û barên fermî li Konsulxaneya Îraqê ya li Stenbolê, cenaze ji bo şandina Herêma Kurdistanê ber bi Balafirgeha Stenbolê ve hatin birêkirin.
Dayîka zarokan: Kurê min nehat dîtin, ez wî dispêrim Xwedê
Dayîka zarokan Hozan Reza Rustem derbarê kurê xwe yê 12 salî Hestyar ku hîn termê wî nehatiye dîtin, ji Rûdawê re axivî û got, “Me heta niha Hestyar nedîtiye. Ew li vir ma, me ew nedît. Ez wî dispêrim Xwedê. Înşallah Xwedê kurê min bide min.”
Dayîkê anî ziman ku ji bo veşartina herdu zarokên xwe divê ew vegerin Herêma Kurdistanê lê hêvî dike ku rayedar xebatên lêgerînê ranewestînin.
Ew her wiha spasiya hemû kesên ku piştgiriya wan kiriye, bi taybetî Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî kir.
Bavê zarokan: Her sê zarokên min di nav avê de winda bûn
Bavê zarokan Herêm Mihemed, diyar kir ku ji roja karesatê ve Rûdaw her tim li gel wan bûye û got:
“Ez spasiya Rûdawê dikim. Ji roja ku ev karesat bi serê me de hat û her sê zarokên min di nav avê de winda bûn, her bi me re bûn.”
Bavê xemgîn daxwaza dîtina termê Hestyar kir û got: “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku zarokê min ê din jî ji nav avê derkeve, da ku li cem xwişk û birayê xwe were veşartin.”
Mihemed her wiha spasiya Qubad Talebanî, Kurdê Yaşar û berpirsên koç û koçberiyê yên Tirkiyeyê kir ku di vê pêvajoyê de alîkariya wan kiriye.
Hestyarê 12 salî hîn jî winda ye
Piştî binavbûna belemê, tenê termên Mêla û Heryad hatin dîtin. Berzan Reza anî ziman ku çarenûsa Hestyar hîn ne diyar e û ew li benda encamên xebatên tîmên rizgarkirinê ne.
Dayîka Hestyar jî bi hêviya dîtina zarokê xwe got: “Ez bêyî dîtina kurê xwe naçim.”
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)