Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirde êrişî wan malbatên Kurd kir ku dixwestin piştî salan ji Kobaniyê vegerin bajarê xwe.
Di encama êrişê de nêzîkî 70 otomobîlên koçberên Kurd hatin şikandin û şewitandin, her wiha gefên kuştin û serjêkirinê li malbatan hatin xwarin.
Nêzîkî 100 malbatên Kurd ku jin û zarok jî di nav wan de bûn, bi hêviya vegera ser mal û milkên xwe ji Kobaniyê ber bi Girê Spî ve bi rê ketin.
Lê piştî gihîştina bajêr, Erebên hawirde êrişî wan kir û malbat li avahiya birêvebiriya herêmê dorpêçkirî man.
"Gotin em dê jinan serjê bikin"
Koçbera ji Girê Spî ya bi navê Edûl Xelîl a ku piştî bûyerê vegeriya Kobaniyê, qala wan kêliyên tirsê kir û got:
"Zilm li me kirin û heqaret li me kirin. Heta gotin eger ev jin dakevin em dê wan serjê bikin û bi stûnan ve bikin da ku ji Kurdan re bibin mînak.
Gelek tişt anîn serê me, em nikarin hemûyan bibêjin. Em gelekî tirsiyan, em gelekî aciz bûn û gelekî bêrêzî li me hat kirin."
Piştî ku malbat li avahiya birêvebiriyê asê man, berpirsên Reqayê û hêzên Ewlehiya Hundirîn ên ji Kobanî û Reqayê gihîştin cihê bûyerê.
Hêzên ewlehiyê malbat ji dorpêçê derxistin û ew dîsa vegerandin Kobaniyê.
"Bi tekbîran wesayîtên me şewitandin"
Henîf Cimo yê ku şahidê bûyerê ye û wesayîta wî jî hatiye şewitandin, li ser êrişê ev agahî dan:
"Yek kete hundir û ji me re got 'We zarokên me girtine, hûn hemû HSDyî ne, heta mizgeftên we jî HSDyî ne'.
Min ji wan re got 'Em mirovên sivîl in, karê me bi van tiştan re nîne.
Eger behsa HSDyê jî were kirin, vaye ew li Şamê ne û bi hev re rûdinên, sûcê me çi ye? Em sivîl in û dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe'."
Henîf Cimo diyar kir ku piştre êrişkaran gef lê xwarine û pê de çû:
"Wî kesî got 'Eger hûn derdikevin derkevin, eger dernekevin em dê wesayîtên we bişewitînin'. Destpêkê agir berda wesayîtekê.
Me çi kir jî nehiştin em dîmenan bigirin û pişt re hemûyan bi tekbîran otomobîlên me şewitandin."
Veger bê garantî nabe
Malbatên ku bi hêviya jiyaneke asayî û vegera li ser xaka xwe berê xwe dabû Girê Spî, piştî vê êrişa hovane bêyî wesayîtên xwe û bi dilekî şikestî neçar man vegerin Kobaniyê.
Ev bûyer bi awayekî eşkere nîşan dide ku vegera ewle ya koçberên Kurd a ji bo herêmên wan, bêyî hebûna garantiyên navneteweyî û tedbîrên pratîk ên ewlehiyê hîn jî bi metirsiyên mezin re rû bi rû ye.


