Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, biryara zêdekirina kirêya taksî û veguhastina giştî ya bi rêjeya ji sedî 30 hat dayîn lê qaymeqamê bajêr li dijî vê biryarê derket.
Birêvebirê Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Sineyê Hemîd Xizrî ragihand ku li ser pêşniyara Sendîkaya Xwediyên Taksiyan, kirêya taksiyan li nav bajêr ji sedî 30 hatiye zêdekirin.
Hemîd Xizrî da zanîn ku pêşniyara zêdekirina kirêya taksî û veguhastina giştî ji aliyê Meclisa Bajarê Sineyê ve hatiye pesendkirin lê biryar rûbirûyî dijberiya qaymeqam bûye.
Birêvebirê Daîreya Veguhastinê eşkere kir ku ji ber dijberiya qaymeqamê bajêr, dosye ji bo Komîteya Çareserkirina Nakokiyan a Parêzgehê hatiye şandin ku ji aliyê Parêzgarê Sineyê Areş Lihonî ve tê birêvebirin.
Li gorî gotina wî berpirsî, biryara zêdekirina kirêya taksiyan hîn bi temamî zelal nebûye û biryara dawî dê ji aliyê Komîteya Çareserkirina Nakokiyan û parêzgar ve were dayîn.
Hemîd Xizrî her wiha anî zimên ku tê çaverêkirin bandorên aborî û civakî yên biryarê bi hûrgilî li ber çavan bên girtin.
Bajarê Sineyê navenda parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li gorî amarên dawî yên fermî, nifûsa wê zêdetirî 540 hezar kesî ye.



