Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke bihêz a baran û bahozê bandor li çendîn herêmên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Li parêzgehên Reqa, Dêrezor, Hisîça û Kobaniyê hişyarî hatin dayîn.
Li Reqayê dibistan hatin girtin û li hinek deveran jî ji ber lehiyê rê qut bûn.
Hişyariya baran û lehiyê
Birêvebiriya Keşnasiyê ya Sûriyeyê êvara çarşemê ji bo parêzgehên Hisîça û Dêrezorê hişyariya baraneke gur da.
Keşnasiyê ragihand ku dê roja pêncşemê bandora vê pêlê berfirehtir bibe.
Ev pêl dê bigihêje deverên deryayî, bakurrojava, bakur, herêmên navîn û herêma Cizîrê jî.
Li gorî keşnasiyê, ewrên giran derbasî asmanê Dêrezorê bûne û ber bi Hisîça ve diçin.
Her wiha ji hinek navçeyên Reqayê heta çoltera rojhilat baraneke gur dibare û birûsk hene.
Pêleke berfireh a lehiyê herêmên ji gundewarê rojhilatê Helebê heta Reqa û çoltera bakur jî girtiye bin bandora xwe.
Li Reqayê dibistan hatin girtin
Ji ber rewşa xirab a hewayê, Birêvebiriya Ragihandinê ya Reqayê biryarek da.
Birêvebiriyê ragihand ku roja pêncşemê li tevahiya dibistanên parêzgeha Reqayê betlane ye û dewam hatiye rawestandin.
Her wiha ji ber barana zêde stasyonên karebayê yên bajêr hatin sekinandin.
Hat gotin ku piştî rewşa hewayê aram bibe dê kareba careke din were berdan.
Ji ber lehiyê, rêya Reqa û Helebê ya li nêzîkî bajarokê Kesratê yê li başûrê Reqayê jî qut bû.
Li Dêrezorê pirên seravê hatin sekinandin
Li parêzgeha Dêrezorê jî ji ber mercên neyînî yên hewayê tedbîr hatin standin.
Serokê Komîteya Bersivdana Lezgîn Fayiz Ebas ragihand ku hat û çûna li ser hemû pirên seravê hatiye rawestandin.
Ev pirên seravî li her du bajarên Dêrezor û Meyadînê ne û dê heta daxuyaniyeke din girtî bimînin.
Ebas bangî xelkê kir ku hişyar bin û ji beravên rûbar û çalên avê dûr bikevin.
Rêya Hims û Tedmurê hat birîn
Li gorî dîmen û agahiyên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, lehiyên xurt rabûne.
Ji ber lehiyê rêya sereke ya di navbera Hims û Tedmurê de bi temamî hatiye birîn.
Di heman demê de li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û li Efrînê jî bahoz û baraneke tund heye.
Vê rewşa neyînî bandor li jiyana asayî ya xelkê van deveran kiriye.



