Kobanî (Rûdaw) - Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve û Zanîngeha Rojava jî bi Zanîngeha Feratê ve bên girêdan.
Ev biryara nû bûye sedema nerazîbûna xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê.
Wan bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku serxwebûn û taybetmendiya zanîngeha wan bê parastin.
"Ez ji paşeroja xwe ya zanistî ditirsim"
Fadil Xelîl xwendekarê sala sêyem ê beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Kobaniyê ye.
Biryara nû dilgiraniyên wî yên li ser paşeroja xwendina wî zêde kirine.
Fadil Xelîl li ser fikarên xwe got, "Ez ji paşeroja xwe ya zanistî ditirsim.
Sê sal in ez li vir dixwînim. Em naxwazin ji ber biryarekê biçin Zanîngeha Helebê.
Ez dixwazim Zanîngeha Kobaniyê wekî xwe bimîne, navê wê jî bimîne û ez li vir dewam bikim."
"Em li dijî binpêkirina mafên xwe ne"
Hindrîn Hac Mehmûd jî xwendekara sala sêyem a beşa Biyolojiyê ye.
Ew jî vê biryarê qebûl nake û dixwaze zanîngeh serbixwe bimîne.
Hindrîn Hac Mehmûdê nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
"Dibêjin bila Zanîngeha Kobaniyê ne wekî zanîngeheke serbixwe lê bibe beşek ji Zanîngeha Helebê.
Em vê yekê qebûl nakin û em dixwazin Zanîngeha Kobaniyê wekî xwe bidome.
Em wekî xwendekar ne li dijî entegrasyonê ne lê em li dijî wê entegrasyonê ne ku mafê xwendekaran tê de ne diyar be, mafên me biçin, ew qas keda me ya akademîk neyê dîtin û em nikaribin mafê xwe bistînin."
"Divê taybetmendiya Kobaniyê bê parastin"
Ji bo mamosteyan jî fikar tenê ne pirsa birêvebiriya zanîngehê ye.
Ew tekez dikin ku divê rola Zanîngeha Kobaniyê û pêgeha wê ya di paşeroja perwerdeya Sûriyeyê de bê parastin.
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Kobaniyê Aras Hiso li ser mijarê got:
"Me got baş e, em di Zanîngeha Helebê de cih bigirin lê divê taybetmendiyeke herêma Kobaniyê hebe.
Divê zanîngeh bi beşên xwe ve entegreyî wê bibe û ev yek bi rêya lihevkirinê û li gorî pîvanên akademîk pêk bê.
Lê mixabin ev yek bi biryareke ji jor ve hat sepandin. Em hêvî dikin ku bi awayekî cidî li meselê vegerin, ji ber ku ne xwendekar û ne jî mamoste vê biryarê qebûl dikin."


