Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber lêdana birûskê 2 kes mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Birêvebirê Hawarçûnê yê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îlamê Mehdî Şebanî ragihand ku li sînorê bajarên Bedre û Eywanê birûskê li mirovan daye û bûye sedema ziyana canî.
Li gundê Ebherê 2 kes mirin
Mehdî Şebanî da zanîn ku li gundê Ebherê yê Jêrîn ê girêdayî bajarê Bedreyê, di encama lêdana birûskê de 2 welatiyên 45 û 50 salî mirin û 2 welatiyên din ên 50 û 55 salî jî birîndar bûn.
Şebanî her wiha anî zimên ku li gundê Miyandarê yê bajarokê Zerneyê ya Eywanê jî ciwanekî 27 salî ji ber lêdana birûskê birîndar bûye.
Tîmên lezgîn çûn herêmê
Li aliyê din, Birêvebirê Qeyranan ê Parêzgeha Îlamê Elî Mihemmed Pakdelnejad ragihand ku li bilindahiyên bajarokê Hindmîniyê yê li sînorê bajarê Bedreyê birûskê li çend kesan daye.
Pakdelnejad diyar kir ku ji bo alîkariyê tîmên lezgîn çûne herêmê lê heta niha hûrgiliyên zererên bûyerê bi temamî nehatine diyarkirin.



