Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê li ser pêvajoya aştî û danîna çekan "dudil e" û mercên pêvajoyê bi cih nake.
Bayram Bozyel her wiha wî diyar kir ku ew ji bo avakirina "navendeke Kurdistanî" kar dikin.
Bozyel anî zimên ku ew dixwazin li Bakurê Kurdistanê bibin alternatîfeke siyasî.
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa doza Kudan kir.
Bayram Bozyel di bultenê de ragihand ku li ser pêvajoya aştiyê nêrînên cuda hene.
Lê wî destnîşan kir ku "her kes pêvajoya danîna çekan dike pêşwazî dike."
"Hikûmet dudil e"
Bozyel helwesta hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir û got:
"Hikûmet pêwîstiyên danîna çekan bi cih nake û di vê mijarê de dudil e. Divê dewlet aliyên teknîkî yên danîna çekan bi cih bîne."
Serokê PSKyê amaje bi wê yekê kir ku yek ji pirsgirêkên sereke nebûna zemîneke siyasî ye ji bo wan gerîlayên ku ji çiyayan tên xwarê.
Wî daxwaza derfeta siyasetê kir û got, "Divê derfeta karê siyasî ji bo wan kesên ku vedigerin bê dayîn."
Lê Bozyel da zanîn ku li gorî qanûnên niha, ew kesên ku vedigerin heta 10 salan nikarin ti çalakiyan bikin.
"Beşeke xelkê dilgiran e"
Bozyel li ser hestên xelkê Bakurê Kurdistanê jî axivî û ev agahî dan:
"Di nav xelkê de du hestên cuda hene. Beşek ji wan bi rawestandina şer kêfxweş in lê beşeke din dilgiran in ku ti destkeftî bi dest neketine."
Pêwendiyên bi DEM Partiyê re
Bayram Bozyel li ser pêwendiyên wan ên bi DEM Partiyê re jî eşkere got:
"Me du caran bi DEM Partiyê re hevdîtin kiriye û ew pêşniyarên me dizanin. Em ji bo diyalogê amade ne."
Di dawiyê de, Bozyel stratejiya paşerojê ya partiya xwe anî zimên û got:
"Em dixwazin alternatîfekê ava bikin. Em dê navendeke Kurdistanî damezrînin û em dixwazin siyaseteke berfirehtir û giştîgirtir bikin."


