Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê di çar rojên borî de li bajarên Bokan û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi ser çend malan de girt û herî kêm 7 welatiyên Kurd desteser kirin ku meleyekî Sunî jî di nav wan de ye.
Desthilata Tehranê ji tirsa serhildana xwenîşandanên nû zextên xwe yên li seranserê Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike.
Ji xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn a li seranserê welêt ve bi deh hezaran kes hatine desteserkirin û beşeke ji wan bi tohmeta "hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re" tên tawanbarkirin.
Li Bokanê 4 kes hatin desteserkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku hêzên îstixbaratê yên Îranê serê sibeha îro li bajarê Bokanê 4 kes bi navên Hesen Mehmûdî, Newîd Mistefazade, Aram Wefayî û Fetah Hacîzade desteser kirine.
Di nav kesên desteserkirî de Hesen Mehmûdî meleyê Sunî ye.
Li gorî Hengawê, hêzên ewlehiyê bi dehan wesayîtên leşkerî kolanên derdora malên wan girtine û bêyî biryara dadgehê bi ser malên wan de girtiye.
Rêxistinê da zanîn ku hêzên ewlehiyê di dema desteserkirinê de dest daniye ser kel û pelên kesane yên wî meleyî.
Hengawê diyar kir ku di nava meha Çiriya Pêşîn de herî kêm 64 Kurd hatine desteserkirin ku ev hejmar ji nîvê 124 kesên li seranserê Îranê hatine girtin zêdetir e.
Pevçûnên bi çekan ên li Sîstan û Belûçistanê
Li herêmên Kurd û Belûçan çalakî û pevçûnên bi çekan ên li dijî hêzên ewlehiyê zêde bûne. Li ser vê yekê, jimara desteserkirinên li van herêman jî her ku diçe bilindtir dibe.
Doh li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê di encama pevçûnan de herî kêm 3 endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê mirin.
Artêşa Pasdaran a Îranê li Şinoyê 3 kes girtin
Hengawê her wiha eşkere kir ku îstixbarata Artêşa Pasdaran a Îranê 31ê Çiriya Pêşîn û 1ê Çiriya Paşîn li bajarê Şinoyê her sê welatiyên Kurd ên bi navên Zahid Seyîdkerîmî, Sedredîn Îsmaîlzade û Komar Royan desteser kirine.
Ji ber ku rayedarên Îranê li ser sedema desteserkirinê û tohmetan ti daxuyaniyeke fermî nedaye, nayê zanîn ka ew her heft kes li kû derê tên girtin.
Li aliyê din, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî da zanîn ku li bajarên Bane û Sineyê jî çend ciwanên Kurd hatine desteserkirin.
Vê yekê dilgiraniya li ser zêdebûna girtinên bêyî biryara dadgehê û qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re kûrtir kiriye.


