Hewlêr (Rûdaw) - Helwesta beşek ji fraksiyonên parlamentoyê ya ji bo beşdarbûna di civîna parlamentoyê de diyar e ku hejmara kursiyên wan digihîje 43 kursiyan lê helwesta piraniya aliyên din ne diyar e.
Her wiha navê çend parlamenteran tê hildan ku dê beşdar bibin lê hinek ji wan vê yekê red dikin û parlamenterek jî dibêje ku dê sibe biryara xwe eşkere bike.
Ji bo temamkirina hejmara yasayî, ji 100 parlamenteran divê herî kêm 51 parlamenter amade bin.
Ji bilî PDKyê ku xwedî 39 kursiyan e, sê parlamenterên pêkhateyan û parlamenterekî Hevpeymaniya Kurdistanê amadebûna xwe ya ji bo civîna sibe nîşan daye lê YNK û beşek ji aliyên din bi fermî helwesta xwe ranegihandiye.
Helwesta aliyên siyasî ya ji bo civînê
Helwesta partî û fraksiyonan a li ser civînê ya ku daye Rûdawê wiha ye:
Fraksiyona PDKyê (39 kursî): Sibe ji bo civînê amade ne.
Pêkhate (3 kursî: Du Xirîstiyan û Tirkmenek): Hevhelwestê PDKyê ne û beşdar dibin.
Pêkhate (2 kursî: Xirîstiyanek û Tirkmenek): Helwesta wan li gel YNKyê ye.
Hevpeymaniya Kurdistanê (Kursiyek - Sosyalîst): Em dê beşdar bibin.
Fraksiyona YNKyê (23 kursî): Ti agahdarî ji me re nehatiye ka em dê beşdarî civîna sibe bibin an na, em dê piştre helwesta xwe ragihînin.
Fraksiyona Nifşê Nû (15 kursî): Hîn biryara me ne diyar e ka em dê beşdar bibin an na, em li benda biryara serkirdayetiya xwe ne.
Yekgirtû (7 kursî): Em dê bicivin û rewşê binirxînin, piştre em dê biryarê bidin ka em sibe beşdar dibin an na.
Tevgera Helwêst (4 kursî): Em beşdarî civîn û dengdana sibe nabin.
Eniya Gel (2 kursî): Piştî nirxandina rewşê em dê helwesta xwe ya derbarê beşdarbûn an nebeşdarbûnê de eşkere bikin.
Tevgera Goran (Kursiyek): Helwesta ranegihandiye.
Beşek ji pêkhateyan (2 kursî): Beşdar nabin.
Komela Dadgeriyê (2 kursî): Parlamento boykot kiriye.
Hêro Etar (Parlamentera serbixwe): Beşdar nabe.
Gumanên li ser beşdarbûna hinek parlamenteran
Yek ji wan navên ku tê qalkirin ku dê sibe beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê bibe, endamê Fraksiyona YNKyê Herdî Selah e ku îro dest ji kar kişand. Wî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: "Hûn dê sibe bibînin ka çi diqewime."
Gotegot hene ku du parlamenterên Nifşê Nû dê beşdarî civîna sibe bibin lê her du parlamenteran ji Rûdawê re ragihand ku ev agahî ne rast e û ew li benda biryara serkirdayetiya xwe ne.



.jpg&w=3840&q=75)