Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di encama lihevqelibîna barhilgireke bi tûpên gazê barkirî û wesayîteke bazirganî de 2 zarok mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh êvarî li ser rêya Amed û Mêrdînê, li nêzîkî xaçerêya Mezrikê qewimî.
Azra K. ya 10 salî û xwişka wê Bahar K. ya 7 salî, di wê qezayê de mirin.
Piştî temambûna kar û barên otopsiyê, termên her du xwişkan birin Taxa Meydanê ya navçeya Pîranê ya Amedê û li wir hatin veşartin.
Ji şahiya rojbûnê vedigeriyan
Li gorî agahiyan, malbata ku li Taxa Meydanê ya Pîranê dijî ji bo beşdarbûna şahiya rojbûna xizmekî çûbû Rezanê.
Wesayîta ku malbat tê de bû di rêya vegerê de li barhilgira bi tûpên gazê barkirî qelibî.
Rewşa bavê wan giran e
Di encama qezayê de li gel mirina her du zarokan, 12 kesên din jî birîndar bûn.
Bavê zarokan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê tê dermankirin û rewşa wî giran e.
Dayîka zarokan piştî dermankirina li nexweşxaneyê beşdarî merasîma veşartina her du keçên xwe bû.
Dermankirina birîndarên din li nexweşxaneyên cuda yên bajêr didome û tîmên ewlehiyê li ser sedema qezayê lêpirsîn daye destpêkirin.



.jpg&w=3840&q=75)