Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora mehane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku doh hat belavkirin, li Îranê di nava meha Çiriya Pêşîn de herî kêm 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 64 Kurd hatine desteserkirin û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 23 kesan hatiye birîn.
Rêxistina mafên mirovan da zanîn ku cezayê bidarvekirinê li 2 girtiyên Kurd hatiye birîn û li 21 kesan jî bi giştî 67 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 10 sal cezayê taloqkirî yê girtîgehê hatiye birîn.
Her wiha ji bo kesekî ji wan cezayê 31 qamçiyan jî hat dayîn.
Ev amar dema ku Îran ji ber çewisandina xwînî ya xwenîşandanên li dijî hikûmetê yên ku Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn, bi zexteke mezin a civaka navneteweyî re rû bi rû ye.
Mîsyona lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya meha Îlonê de diyar kiribû ku rayedarên Îranê komkujî, desteserkirinên bêsedem û şkence pêk anîne û hinek binpêkirin dikevin çarçoveya tawanên li dijî mirovahiyê.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî her wiha bal kişand ser zêdebûna zextên li ser kêmneteweyan û bi taybetî Kurd û Belûçan.
8 jin û 6 zarok hatin desteserkirin
Li gorî agahiyên Hengawê, di nav 64 Kurdên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin de 8 jin û 6 zarok hene.
Hejmara herî zêde ya desteserkirinê bi 27 kesan li parêzgeha Sineyê û bi 25 kesan li parêzgeha Urmiyeyê hat tomarkirin.
Li parêzgeha Îlamê 8 kes û li Kirmaşanê 2 kes hatin desteserkirin, li Tehran û parêzgeha Xorasana Bakur jî kesek hat desteserkirin.
Li gorî raporên Hengawê, rayedarên Îranê di meha Çiriya Pêşîn de li seranserê welêt herî kêm 85 girtî darve kirine ku ev rêje li gorî meha Îlonê bi rêjeya ji sedî 25an zêdebûnekê nîşan dide.
Ji 124 bûyerên desteserkirinê yên li seranserê welêt, 64 kes ji wan Kurd bûn.
Hengawê ragihand ku ji 5 girtiyên Kurd ên hatine bidarvekirin 2 kes bi tohmetên pêwendîdarî madeyên hişbir û 3 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatine mehkûmkirin.
Cezayê bidarvekirinê yê Werîşe Mûradiyê
Di nav kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn de girtiya siyasî ya Kurd a ji bajarê Sineyê Werîşe Mûradî jî heye.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryara berê betal kir, Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê di nîvê meha Çiriya Pêşîn de careke din cezayê bidarvekirinê li Mûradiyê birî.
Mûradî bi tohmeta "endamtiya komeke serhildêr a bi çek" hat mehkûmkirin.
Êrişên li ser kolberan û kuştina jinan
Hengawê her wiha ragihand ku li nêzîkî bajarê Baneyê pasdarên sînor ên Îranê gule li kolberê Kurd Elî Meşhûrî reşandin û ew birîndar kir.
Kolber ew xebatkarên sînor in ku ji bo debara xwe li ser xetên çiyayî yên Rojhilatê Kurdistanê kel û pelan vediguhêzin.
Rêxistinê di meha Çiriya Pêşîn de kuştina 4 jinên Kurd jî belge kir ku yek ji wan bi hinceta "namûsê" hatiye kuştin.
Di raporteke din a Hengawê ya li ser mafên jinan de hat destnîşankirin ku di heman mehê de li seranserê Îranê herî kêm 23 jin hatine kuştin, 16 çalakvanên jin hatine desteserkirin û herî kêm 8 ji wan Kurd bûn.
Hengawê meha Îlonê ragihandibû ku 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 70 kes hatine desteserkirin û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 13 kesan hatiye birîn.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) jî di raporeke din a vê hefteyê de diyar kir ku di meha Çiriya Pêşîn de herî kêm 2 bidarvekirin, 44 desteserkirin û girtin rû dane û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 5 kesan hatiye birîn.



