Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar Veysî Aktaş li Amedê di konferansa wêjevan li hev kombibûn de axivî: “Ev pêvajo ji sê qonaxan pêk tê. Em di pêvajoya derbasbûna qonaxa dûyemîn de ne. Di vê qonaxê de xitimînek heye.”
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi birêvebiriya PENa Navneteweyî û PENa Kurd, konferansa "Wêje û Aştî" ya bi navê "Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê de Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê" tê lidarxistin.
Konferans 6 û 7ê Çiriya Paşîn bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê li Salona Konferansê ya Alî Emîriyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê sazkirin.
Veysî Aktaş di konferansê de gotareke bi Kurdî pêşkêş kir û anî ziman:
“Pêvajoya aştiyê ji bo hemû gelan xwedî cihekî girîng e.
Rola rewşenbîran di serkeftina vê pêvajoyê de girîng e.
Rewşenbîr xwedî rol û mîsyoneke wiha ne ku rê li ber civakê vedikin û wê ronî dikin.
Eger rewşenbîr pêwendiya xwe bi rastiya civakê re qut bikin dikevin nav kesayetiyeke elîtîst.
Ev kesayet jî wan ji civatê dûr dixe.
Di vê pêvajoyê de divê her kes pênaseya aştî, azadî jiyaneke wekhev pir baş bizanibe.
Divê rewşenbîr di vî warî de rol û mîsyona xwe bilîze.
Di qonaxa ku hatiye gihîştin de kêmasiyeke bi vî rengî heye.
Divê bi bîreke kûr civatê biguherînin.
Kêmasî hene lê xebat jî hene, ev xebat jî ne bes in.
Pêwîst e di vê pêvajoyê de rewşenbîr rola xwe bilîzin.
Rewşenbîr hîn di ne di wê astê de ne ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.
Siyaset ne tenê têkoşîna li dijî desthilatdaran e; têkoşîna bi qadên çand, huner û ziman de ye jî.
Dema ku rewşenbîr ji politikayê dûr dikevin dibin tiştên razber û entellektuel.”
“Di vê qonaxê de xitimînek heye”
Aktaş li ser pêvajoyê jî her wiha anî ziman:
“Di pêvajoyê de têkoşîna ji bo avêtina gavên qanûnî girîng e.
Ev pêvajo ji 3 qonaxan pêk tê. Em di pêvajoya derbasbûna qonaxa duyem de ne, di vê qonaxê de xitimînek heye.
Pêvajo gihîştiye wê astê ku rêxistinbûna kê baş be, ew dê bi ser bikeve.
Ji ber vê yekê divê em bi gel re rexistinbûna xwe xurttir bikin.
Têkoşîneke ku ji civakê qut be ti carî nagihêje serkeftinê.
Di têkoşîna jin, ekolojî, çand û azadiyê de rêxistinbûna rewşenbîran cihekî girîng digire.
Ji bo ku aştî bigihêje serkeftinê divê rewşenbîr rol û mîsyona xwe bizanibin û tevlî bibin.
Pêwîst e kesayeteke rewşenbîr a ku bangî wijdanê civakê dike û bi rê û rêbazên rast tevdigere û bi pêş dikeve.”
Di bernameyê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek nivîskar û akademîsyenên ji Kurdistanê û welatên cuda amade dibin.



