کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bafil Talebanî / Wêne: Foruma Silêmaniyê

Bafil Talebanî / Wêne: Foruma Silêmaniyê

Kurdistan

Bafil Talebanî: Deriyê me ji bo diyalogê vekirî ye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

12-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran12-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di Foruma Stratejîk a Silêmaniyê de tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên siyasî kir û ragihand ku deriyê wan ji bo diyalogê her vekirî ye.

Bafil Talebanî her wiha anî zimên ku bihêzbûn û aramiya Herêma Kurdistanê bi aramiya Bexdayê ve girêdayî ye.

Wî destnîşan kir ku Kurd dikarin li tevahiya Rojhilata Navîn bibin pireke têgihîştinê û hêzeke bibandor a ji bo aştiyê.

"Pirsgirêk bi tundiyê çareser nabin"

Serokê YNKyê li ser çareserkirina nakokiyên siyasî got:

"Ti pêwîstî bi tundiyê nîne. Nabe ku nakokiyên siyasî bi tundî û şer bên çareserkirin ji ber ku ev tenê pirsgirêkan aloztir dike."

Bafil Talebanî tekez kir ku armanca wan aramkirina rewşê ye û pê de çû:

"Derî bi temamî vekirî ye da ku em aloziyan rawestînin û dest bi diyalogeke avaker bikin."

Hevkariya bi Bexdayê re

Serokê YNKyê pesnê hewlên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da û ew wekî kesayetekî "ciwan, çalak û rastgo" bi nav kir ku dixwaze çavkaniyên welêt bi dadperwerî ji bo xizmeta xelkê bên bikaranîn.

Bafil Talebanî her wiha got, "Em çi qasî li gel Bexdayê yekgirtî bin, em dê ew qasî bihêztir bin.

Bexda çi qas aram be dê Herêma Kurdistanê jî ew qas aram be."

Talebanî da zanîn ku yekîtiya navbera aliyên Kurd a li Bexdayê dikare ji bo dabînkirina maf û xizmetguzariyên sereke yên ji bo welatiyan roleke mezin bilîze.

"Kurd dikarin bibin pireke dîplomasiyê"

Bafil Talebanî qal kir ku ev qonaxa hestiyar a herêmê ji bo Kurdan derfeteke girîng e ku roleke erênî û çalak bilîzin û got:

"Ev rewş ji bo Kurdan derfetek e da ku roleke çalaktir bilîzin û bibin pirek di navbera aliyên cuda de.

Li kû dera din kesekî dibînî ku karibe di nava hefteyekê de li gel Amerîkayî, Brîtanî, Rûs, Îranî û Çîniyan bicive?

Ev yek li vir li Kurdistanê pêkan e. Em dikarin bibin hêzeke mezin a aştî û çakiyê li herêmê."

Çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn

Di beşeke din a axaftina xwe de Bafil Talebanî tekez kir ku rêya herî baş a pêkanîna aştiyê ya li Rojhilata Navîn serîlêdana ji bo dan û standinan e, ne pevçûnên leşkerî.

Wî destnîşan kir ku divê ji bo çareserkirina krîza Xezeyê gavên pratîkî bên avêtin da ku xelk di nava aramî û rûmetê de bijî.

Li ser parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê jî Talebanî ji hevalbendên navneteweyî xwest ku ji bo dabînkirin an kirîna pergala parastina asmanî bi awayekî yasayî alîkar bin.

Talebanî diyar kir ku ev pêngav ji bo parastina qadên petrol û gazê û binesaziya aborî ya welatiyan a li hemberî gefên derve pêwîst e.

 

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Pirsên