کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Georgios Gerapetritis: Em dê pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re geş bikin

RÛDAW

RÛDAW

13-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Georgios Gerapetritis beşdarî Dîdara Stratejîk a Silêmaniyê bû.

Wezîr di çarçoveya dîdarê de daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehkirina pêwendiyên aborî û dîplomatîk ên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re anî ziman.

Wezîrê Yunanî hêvî kir ku di demeke nêzîk de geştên asmanî yên rasterast di navbera Atîna û Herêma Kurdistanê de dest pê bikin.

Her wiha bal kişand ser girîngiya korîdorên enerjiyê, midaxeleyên Tirkiyeyê yên li Deryaya Navîn û pêwendiyên dîrokî yên di navbera welatê xwe û Amerîkayê de.

Derbarê pirseke amadebûna berçav a Yunaniyan a li Herêma Kurdistanê û nêrîna Atînayê ji bo Kurdistanê, Georgios Gerapetritis bi henekî got:

“Ez dê pir hevseng bibim, ji ber ku ez naxwazim her kes bê û li Silêmaniyê veberhênanê bike ez dixwazim pêşî Yunanî bên û veberhênanê bikin, loma ez pir bi eşkereyî propagandaya vê ramanê nakim.”

Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê destnîşan kir ku Îraq û bi taybetî Silêmanî û Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanên mezin ên di warên enerjî, çandinî û geştiyariyê de herêmên pir bikêrhatî ne û wiha domand:

“Ez pir hêvîdar im ku di pêşerojeke nêzîk de xeteke geştên ezmanî ya rasterast a di navbera vê herêma Kurdistanê û Atînayê de hebe ev yek dê pêwendiyên navbera her du miletan bêhtir geş bike.”

Wezîr ev herêm wekî yek ji şaristaniyên herî xurt û kêmpeyda yên dîrokê bi nav kir ku ti carî tûşî hilweşînê nabe û pêşbînî kir ku di demek nêzîk de Îraq û Kurdên Îraqê bibin yek ji armancên sereke yên veberhênerên cîhanê.

Rojhilatê Deryaya Spî û astengiyên Tirkiyeyê

Li ser kêşeyên li Rojhilatê Deryaya Spî û hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina projeya kabloya elektrîkê ya binê deryayê ku Yunanistan û Qibrisê girê dide, Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê ragihand ku hebûna 21 dewletan û daxwazên wan ên dijber li ser çavkaniyên hîdrokarbonê, Deryaya Spî kiriye navenda alozî û rageşiyê.

Gerapetritis bi tundî bersiva midaxeleyên Enqereyê da û got:

"Di paşerojê de çend bûyerên midaxeleyên ji aliyê Tirkiyeyê ve di projeyê de çêbûn lê me eşkere kir ku ev proje xwedî girîngiyeke Ewropî ye û em li hemberî ti cure midaxelyan bêdeng namînin.

Niha Yunanistanê destûr daye keştiyê da ku lêkolînan û danîna kabloyan ji nû ve bide destpêkirin û proje ber bi pêş ve bibin."

Wî got ku Atîna bi şîrketên mezin ên Amerîkayî yên wekî Chevron û Exxon re dixebite da ku hîdrokarbonan li başûrê Girîtê derxîne û Yunanistan û Misirê bi hev ve girêbide da ku enerjiya kesk di navbera Ewropa û Afrîkayê de bi rêya projeya GREGYê veguhezîne.

Serdema çaxa têkçûna xewnan

Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê di pirsgrêkeke din de destnîşan kir ku Ewropa di “serdema têkçûna xewnan” de dijî, ji xeyala berdewamiya gaza Rûsyayê û mîsogeriya aştiyê ya piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, heta ducare sepandina bi garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê.

Ji ber vê yekê wî diyar kir ku divê Ewropa şiyana xwe ya parastinê bihêz bike û cografyayê bike pireke dostaniyê.

Li ser girîngiya Korîdora Aborî ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê (IMEC) di serdema nîvgirtina Tengava Hurmiz û Babulmendeb û qeyranên Deryaya Sor de, Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê ragihand ku ev proje dê hemû hevsengiyan biguherîne.

Wî got ku benderên Yunanistanê yên wekî Piraeus û Selanîkê dergehên herêmî yên ketina nav Ewropayê ne bi taybetî Yunanistan xwediyê herî mezin ê fîloya deryayî ya cîhanê ye û nêzîkî ji sedî 20ê fîloya cîhanê û zêdetirî ji sedî 60ê fîloya Ewropayê di bin destê wê de ye.

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Pirsên