کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

HAT NÛKIRIN - Li Îlamê otobusek wergeriya: Bi dehan mirî û birîndar hene

RÛDAW

RÛDAW

14-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW14-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê otobusek qulibî û 12 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Bûyer doh êvarî derdora saet 19:00an li ser rêya di navbera Mûrmûrî û Abdananê de rû da.
Heyva Sor a Îlamê destpêkê ragihandibû ku 7 kes mirine lê pişt re hat zanîn ku hejmara miriyan derketiye 12 kesan.
Her wiha 18 kes jî birîndar in û rewşa tenduristiyê ya hinekan ji wan giran e.
Di otobusê de 28 kes hebûn û hemû jî karkerên şirketa petrolê ya Dêhloranê bûn.
Li parêzgehê şîn hat ragihandin
Parêzgarê Îlamê Ehmed Keremî li seranserî parêzgehê rojek şîn ragihand û li bajarê Abdananê jî ji bo 2 rojan şîn hat ragihandin.
Li gorî agahiyên tîmên hawarçûnê, otobus ji bo veguhastina karmendên şirketeke herêmê hatibû veqetandin.
Piştî bûyerê jî 5 tîmên hawarçûnê ji bajarên Abdanan û Dêhloranê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin da ku alîkariya birîndaran bikin.

Pirsên