کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê zanîngehê / Wêne: ANKA

Deriyê zanîngehê / Wêne: ANKA

Kurdistan

Li Mêrdînê di xizmetên tenduristiyê de serdema pirzimanî dest pê dike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê (MAU) û Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Mêrdînê de bi armanca bihêzkirina gihîştina zimanî û çandî ya di xizmetên tenduristiyê de peymaneke girîng a hevkariyê hat îmzekirin.

Ev peymana ku ji aliyê Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Prof. Dr. Ahmet Kirkan û Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgeha Mêrdînê Pispor Dr. Saffet Yavuz ve hat îmzekirin dê 5 salan derbasdar be.

Armanca vê peymanê ew e ku pêkhateya pirzimanî û pirçandî ya Mêrdînê di xizmetên tenduristiyê de cih bigire.

Di xizmetên tenduristiyê de serdema pirzimanî

Di çarçoveya peymanê de dê bi herdu zaravayên Kurdî Kurmancî û Zazakî, Erebî, Suryankî û zimanên din ferhengên tenduristiyê, lîsteyên têgihên bijîşkî, rêbernameyên agahdarkirina nexweşan û materyalên dîtbarî û bihîstbar bên amadekirin.

Naverokên ku bi piştevaniya akademîk a zanîngehê bên amadekirin, piştî pêvajoya lêkolîn û pejirandina bijîşkî ya Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgehê dê li saziyên tenduristiyê werin bikaranîn.

Bi vî awayî armanc ew e ku welatî nexweşiyên xwe bi hêsanî bînin zimên, pêvajoyên dermankirinê baştir fehm bikin û ji xizmetên tenduristiyê yên parastinê bêhtir sûd wergirin.

Perwerdeya taybet ji bo xebatkarên tenduristiyê

Di çarçoveya hevkariyê de dê ji bo xebatkarên tenduristiyê li ser hişmendiya zimanî, pêwendiya navçandî û pêwendiya bi nexweşan re perwerde bên dayîn.

Her wiha li ser xwendin û nivîsandina tenduristiyê, astengiyên zimanî û hestiyariya çandî vekolînên zanistî bên kirin.

Tê plankirin ku di çarçoveya bernameyên wekî TUBÎTAK, Ajansa Bipêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Yekîtiya Ewropayê û Erasmus+ de projeyên hevpar jî bên bipêşxistin.

Kirkan: Em dê zanîna xwe ya akademîk bi pêdiviyên civakê re bigihînin hev

Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Prof. Dr. Ahmet Kirkan destnîşan kir ku di xizmetên tenduristiyê de pêwendiya rast xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got ku armanca wan ew e ku dewlemendiya zimanî ya Mêrdînê bikin xizmeta civakê.

Kirkan bal kişand ser wê yekê ku derbirîna rast a nexweşiyê ji aliyê welatiyan ve û pêwendiya saxlem a li gel xebatkarên tenduristiyê rasterast bandorê li kalîteya xizmetê dike.

Ahmet Kirkan da zanîn ku materyalên pirzimanî dê hem ji aliyê zimanî û hem jî ji aliyê rastiya bijîşkî ve bên nirxandin û anî zimên ku ew dixwazin ev hevkarî li Mêrdînê bibe modelek ku gihîştina xizmetên tenduristiyê hêsan bike.

Rektor Ozcoşar: Zanîngeh li gorî pêdiviyên bajêr tevdigere

Rektorê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar jî diyar kir ku zanîngeh tenê saziyên hilberîna zanîna zanistî nînin, divê di heman demê de beşdariyê di bipêşketina civakî ya bajêr de jî bikin.

Ozcoşar da zanîn ku ew şiyanên akademîk ên zanîngehê li gorî pêdiviyên Mêrdînê bi kar tînin û got ku ev peymana ku zanîna enstîtuyê û ezmûna birêvebiriya tenduristiyê digihîne hev mînakeke girîng a sûdwergirtina civakî ye.

Ozcoşar destnîşan kir ku ew dê piştgiriya projeyên ku li gorî dewlemendiya çandî û zimanî ya Mêrdînê ne û mirov dixe navendê bidomînin.

Hevkariya 5 salan

Di çarçoveya peymana ku dê 5 salan di meriyetê de bimîne, ji aliyê her du saziyan ve koordînator dê werin destnîşankirin.

Bi pêkanîna van xebatan re armanc ew e ku li Mêrdînê welatiyên bi zimanên cuda diaxivin ji xizmetên tenduristiyê baştir sûdê wergirin û pêwendiya navbera nexweş û xebatkarên tenduristiyê xurtir bibe.

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Pirsên