کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Kurdistan

Li hemberî HEVBENDÎyê operasyon

RÛDAW

RÛDAW

17-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW17-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Li hemberî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyon hat kirin.

Di operasyona li hemberî HEVBENDÎyê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hesen Dagtekîn li Enqereyê hatin desteserkirin.

Her wiha Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay li Amedê û siyasetmedar Fuat Onen jî li Dêrikê hatin desteserkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak da zanîn ku operasyon li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî 51 kesan pêk hatiye.

Ew hemû kes di meclisa HEVBENDÎ'yê de cih digrin.

PWKyê navên kesên desteserkirî eşkere kirin

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yek ji aliyên HEVBENDÎyê ye li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir û navên 7 kesên ku hatine desteserkirin eşkere kirin.

PWKyê di daxuyaniya xwe de ragihand:

"Li gorî agahiyên ku gihîştine ber destê me, heta niha Bayram Bozyel, Fuat Onen, Mehmet Can Azbay, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Hesen Dagtekîn û Alî Çeven hatine desteserkirin. Em vê operasyonê protesto dikin."

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryareke hevbeş hatiye avakirin.

Hevbendî bi beşdariya Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetên serbixwe pêk hat.

Hevbendî 9ê Çiriya Paşîn li Amedê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.

Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesî hat avakirin.

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Pirsên