کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl / Wêne: Arşîv

Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Parêzgarê Mûsilê: Ji bo bidawîanîna hebûna PKKyê ya li Şingalê gavên berbiçav tên avêtin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo bidawîanîna hebûna PKKyê ya li Şingalê û tevlîkirina endamên YBŞyê ya di nav hêzên ewlehiyê de gavên berbiçav diavêje.

Ebdulqadir Dexîl her wiha eşkere kir ku hikûmeta Almanyayê soz daye ku piştgiriyeke taybet bide navçeya Şingalê û piştgiriya zanîngehên dewletê yên li Mûsilê jî bidomîne.

Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl li Mûsilê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Ala Şalî yên li ser serdana Wezîrê Hevkariya Aborî û Bipêşketinê yê Almanyayê, rewşa ewlehî û birêvebirî ya Şingalê û parvekirina budceya Îraqê bersivandin.

Gavên ji bo asayîkirina rewşa Şingalê

Dexîl bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya Şingalê û vegera koçberan û got ku Serokwezîrê Îraqê Zeydî ji bo asayîkirina rewşa navçeyê hinek gavên berbiçav avêtine:

"Niha Birêz Zeydî ji bo bidawîanîna hebûna PKKyê û tevlîkirina hêzên YBŞyê ya di nav hêzên ewlehiyê de gavên berbiçav diavêje.

Ev gavên gelekî cidî ne. Em hêvî dikin ku ev dosye bê girtin û çiya û Şingal bigihîjin aramiyê."

Parêzgarê Mûsilê diyar kir ku ji bo vegera xelkê li cih û warên wan divê xizmetguzarî, ewlehî û aramî bên dabînkirin û ji ber vê yekê ew bi temamî piştgiriyê didin van gavên Serokwezîr Zeydî.

Pirsa diyarkirina qaymeqamê nû yê Şingalê

Ebdulqadir Dexîl li ser pirsa diyarkirina qaymeqamê nû yê Şingalê jî got:

"Encûmena Parêzgehê ya hilbijartî heye û hem li Herêma Kurdistanê, hem di hikûmeta federal de û hem jî di birêvebiriya xwecihî de îradeyek heye ku dosyeya Şingalê were girtin.

Bi têgihîştina dualî, baweriya hevpar û liberçavgirtina berjewendiyên bilind ên Êzidiyan û xelkê Şingalê ev mijar dê were çareserkirin û dê peyameke piştrastkirinê ji bo Êzidiyan were dayîn."

Soza Almanyayê ya ji bo Şingalê

Wezîrê Almanyayê piştî serdanên Bexda û Hewlêrê îro çû Mûsilê û li gel Ebdulqadir Dexîl civiya. Dexîl li ser encama vê hevdîtinê got:

"Di civîna îro de şandeya Almanyayê soz da ku piştgiriyeke taybet pêşkêşî navçeya Şingalê bike û piştgiriya zanîngehên dewletê yên li Mûsilê bidomîne.

Her wiha ji bo nûjenkirina şûnwarên dîrokî û teşwîqkirina şirketên Almanyayê ku li Mûsilê bixebitin nexşerêyek hat diyarkirin."

Gazinên li ser budceyê

Parêzgarê Mûsilê li ser rewşa darayî ya parêzgehê û budceya sala 2027an a Îraqê rexneyên tund li hikûmeta federal girtin û got:

"Nêzîkî salekê ye me ti projeyeke nû pêk neaniye û ti pere ji me re nehatiye terxankirin. Di budceya sê salan de neheqiyeke mezin li me hat kirin.

Ji bo Sindoqa Îmarkirina Deverên Rizgarkirî û Sindoqa Şingal û Deşta Nînowayê pereyê pêwîst nehat dabînkirin û vê yekê bandoreke xerab li projeyên berdewam kir."

Parêzgar Ebdulqadir Dexîl bangî Serokwezîrê Îraqê, parlamento û hikûmeta federal kir û xwest ku di budceya sala 2027an de edalet ji bo Mûsilê pêk were û budce li gorî hejmara şêniyan were dabeşkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Pirsên