Hewlêr (Rûdaw) - Li Semsûra Bakurê Kurdistanê di pevçûna di navbera du koman de 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Fatîhê nîqaşa devkî ya di navbera du koman de vegyherî pevçûna bi kevir û daran.
Di pevçûnê de 3 kes ji ber lêdanê birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Li aliyê din, polîsan 4 kesên ku tevlî bûyerê bûbûn desteser kirin.


.jpg&w=3840&q=75)
