Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Qamişloyê li ser qeyrana kombûna gilêşê li bajêr daxuyaniyek da.
Şaredariyê diyar kir ku ev pirsgirêk ji ber çend sedemên cuda derketiye.
Li gorî daxuyaniyê, sedema herî sereke bidawîbûna peymana bi Şîrketa Paqijiyê ya Arvionê re ye.
Wesayît hatin talankirin
Şaredariyê bal kişand ser sedemên din jî û anî zimên:
"Komên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve li herêmên rojavayê amûrên komkirin û veguhastina gilêş talan kirin."
Hejmara karkeran kêm bûye
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara karkerên paqijiyê jî kêm bûye.
Beriya şer derdora 300 karkerên şaredariyê hebûn lê niha ev hejmar daketiye 150yî.
Hat ragihandin ku piraniya karkeran xelkê Til Hemîsê ne û ji ber rewşa ewlehiyê nikarin biçin Qamişloyê.
Wesayîtên paqijiyê kevn in
Şaredariyê her wiha destnîşan kir ku tenê 30 wesayîtên wan ên paqijiyê hene.
Ev wesayît li hemû taxên sereke û giştî yên Qamişloyê dixebitin lê ew gelekî kevn in û modelên salên 80 û 90î ne.
Li gorî daneyan, li bajarê Qamişloyê rojane di navbera 250 û 300 tonan de gilêş kom dibe.
Şaredariya Gel tevî kêmbûna karker û wesayîtan, piştrast kir ku ew ji bo birêxistinkirina sektora paqijiyê û çareserkirina vê qeyranê bi şev û roj dixebitin.
Gilêş dê di 10 rojan de were rakirin
Di plana nû ya şaredariyê de rakirina hemû gilîşa kombûyî heye.
Şaredarî armanc dike ku di nava 10 rojan de hemû ziblê li nava bajêr rake.
Hat ragihandin ku heta niha li hinek taxên ku gilêş herî zêde lê kom bûbû xebat hatine kirin.
Bi vî awayî qeyrana gilêş bi rêjeya ji sedî 40 hatiye sivikkirin.
