Hewlêr (Rûdaw) - Bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re got, "Îşev demjimêr 22:00an bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê hat kirin."
2 kes birîndar bûn
Emced Husên Penahî li ser zererên êrişê jî axivî û got, "Du kes bi sivikî birîndar bûne."
Her çend agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de didome jî Îran carnan êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.
Êrişên piştî agirbestê
Li gorî şopandina Rûdawê, piştî agirbestê 68 êrişên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Ji destpêka şerê li herêmê ve, Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî 77 êrişan kampên Komaleyê kirine armanc.
Her wiha Îranê bi 126 mûşek û dronan kamp û navendên tenduristiyê yên Partiya Demokrat jî kirin armanc.
Bi giştî ji 28ê Sibata borî ve heta niha, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 735 êrişên dron û mûşekan bûye.
Ji van êrişan zêdetirî 68 êriş piştî ragihandina agirbestê hatine kirin.
