Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê
Kurdistanê di lêgerîna tîmên zabiteyan de, li ser parsekekî re 117 hezar lîreyên
Tirkî hatin dîtin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin
a Rihayê ji bo desteserkirina kesên ku li bajêr parsekiyê dikin dest bi xebatan
kir.
Di vê çarçoveyê de, li ser giliyekî hat tesbîtkirin ku kesê
bi navê E.K. li Otogara Rihayê parsekiyê dike.
Tîmên zabiteyan E.K. bir Serokatiya Daîreya Zabiteyan û di
lêgerîna li ser wî de bi giştî 117 hezar û 661 lîreyên Tirkî hatin dîtin.
Zabiteyan dest danî ser pereyan û li ser bûyerê zabitname
hat girtin.
Hat diyarkirin ku dê tîmên zabiteyan ên Şaredariya Bajarê
Mezin a Rihayê kontrolên xwe yên li hemberî kesên ku hestên welatiyan îstismar
dikin bidomînin.
