Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan rû da. Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek belav kir. AFADê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Şîroyê Meletiyê ye û mezinahiya wê 4,0 pile ye. Erdhej demjimêr 22:36an çêbûye. Li gorî amarên AFADê, kûrahiya erdhejê 12,76 kîlometre bûye.