Hewlêr (Rûdaw) - Tawanbarekî Komkujiya Barzaniyan ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn, bi nexweşiyê mir.
Şakir Teha Yehya Xefûr Dûrî yek ji beşdarên Komkujiya Barzaniyan bû ku sala 1983yan di serdema desthilata Beasê de hatibû kirin.
28ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn lê beriya bicihanîna cezayê xwe li nexweşxaneyekê mir.
Parêzerê dosyeya Komkujiya Barzaniyan Eyad Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Dosyeya tawanbar Şakir Teha ji bo bicihanîna cezayê wî ji Dadgeha Temyîzê re hatibû şandin."
Kakeyî destnîşan kir ku rêkarên kargêrî û yasayî dirêj in û li pey çû:
"Ew negihîşt qonaxa bicihanîna cezayê xwe û mir."
Şakir Dûrî bi tawana Komkujiya Barzaniyan a li nahiyeya Seqlawiyeyê ya navçeya Felûceyê ya parêzgeha Enbarê cezayê îdamê xwaribû.
Ew tawanbar 25ê Gulanê miriye lê ev yek nehatibû eşkerekirin.
Parêzerê dosyeyê gelekî dereng ji mirina wî hatiye agahdarkirin.
Komkujiya Barzaniyan
Nêzîkî 43 sal berê desthilata Beasê ya Îraqê zêdetirî 8 hezar Kurdên Barzanî bêyî cudahiya zayend û temen winda kirin û zindî bin ax kirin.
Komkujiya Barzaniyan 31ê Tîrmeha 1983yan dest pê kir û heta nîveka Tebaxa heman salê berdewam kir.
Heta îro tenê cenazeyên 696 qurbaniyên Barzanî hatine vegerandin.
