Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên geştyariyê dibêjin, li gorî Cejna Remezanê ji naverast û başûrê Îraqê geştyarên zêdetir hatine Herêma Kurdistanê.
Serokê şaxa Yekîtiya Mêvanxaneyan a Dihokê da zanîn, "Ji sedî 90ê otêlan bi geştyaran tijî ne."
Berdevkê Birêvebiriya Geştyariyê yê Silêmaniyê Goran Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi dehan hezar geştyaran çûne parêzgeha Silêmaniyê.
Goran Qadir diyar kir ku ji bo hatina geştyaran hemû hêsankarî hatine kirin û anî ziman:
"Me belavokên bi zimanên cuda li geştyaran belav kirine.
Navenda me ya zanyariyan a li Cadeya Salimê alîkariya geştyaran dike.
Kar û barên wan ên ewlehiyê di demeke gelekî kurt de hatin kirin û me li xalên kontrolê ew pêşwazî kirin."
Li Silêmaniyê nêzîkî 380 otêlên geştyariyê, 50 otêlên normal, 8 otêlên 5 stêrk û bi sedan kabîne û konên geştyariyê hene.
Goran Qadir destnîşan kir:
"Otêl û motêl bi hemû şiyana xwe dixebitin.
Her wiha xwaringeh beriya cejnê hatine agahdarkirin ku divê vekirî bin û geştyaran pêşwazî bikin."
Hatina geştyaran a Hewlêrê zêde bûye
Di heman demê de Berdevkê Birêvebiriya Giştî ya Geştyariyê ya Hewlêrê Nerîman Fazil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
"Hatina geştyaran gelekî baş e û hejmareke zêde hatiye.
Li gorî Cejna Remezanê rêje gelekî zêde bûye çimkî di wê cejnê de şer hebû."
Li gorî amarên xwaringeh û mêvanxaneyan, li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 445 otêl û motêl, 47 gundên geştyariyê û bi sedan konên geştyariyê hene.
Berdevkê Geştyariyê yê Hewlêrê da zanîn:
"Sê roj in geştyar tên. Îro û sibe jî dê hatina geştyaran bidome.
Piraniya mêvanxane û otêlan tijî ne."
Otêlên Dihokê jî tijî ne
Wekî Hewlêr û Silêmaniyê, di cejnan de geştyar diçin deverên geştyariyê yên parêzgeha Dihokê jî.
Li Dihokê nêzîkî 900 cihên geştyariyê hene û 145 ji wan otêl in.
Her wiha nêzîkî 250 deverên geştyariyê jî hene.
Serokê şaxa Dihokê ya Komeleya Xwaringeh û Mêvanxaneyan Şêx Îhsan Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Gelek geştyar hatine û ji sedî 90ê otêl û motêlan tijî bûne."
Şêx Îhsan diyar kir ku ji bilî geştyarên Îraqê, ji parêzgehên Hewlêr, Helebce û Silêmaniyê jî welatî ji bo bêhnvedanên cejnê çûne parêzgeha Dihokê.
Li Helebceyê jî geştyaran tê pêşwazîkirin
Li parêzgeha Helebceyê gelek deverên geştyariyê yên navdar hene.
Seyrangehên Biyare û Zelmê yên li herêma Hewramanê ji wan in.
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Geştyariyê yê Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re ragihand:
"Gelek geştyar hatine. Hemû amadehî hatine kirin û ji bo wan geştyarên ku bixwazin bimînin cihên mayînê jî hene."
Li Helebceyê li gorî parêzgehên din otêl û motêl kêm in.
Hewraman Celal destnîşan kir, "Koşk, kabîne û xaniyên geştyariyê gelek hatine çêkirin û ji bo pêşwazîkirina geştyaran amade ne."
Piraniya geştyarên ku demsala havînê û cejnan tên Herêma Kurdistanê, ji naverast û başûrê Îraqê ne.
