Dêrsim (Rûdaw) - Geliyê Munzûrê yê li navçeya Pilûrê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di bêhnvedana Cejna Qurbanê de bi geştyaran tijî bûye.
Geliyê Munzûrê bi xwezaya xwe ya xweşik bala geştyaran dikişîne.
Her sal bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî diçine serdana wê derê.
Geştyar Mahmut Geçîcî li ser bedewiya herêmê got:
“Ez ji Qerejdaxa Amedê têm. Em ji bo dîtina Munzûr Baba hatin Pilûrê.
Cihê ku em lê ne gelekî xweş e. Av û çiyayên wê gelekî bedew in.
Divê malbat werin û vê derê bibînin.”
Geştyar jiyana kovî jî ji nêzîk ve dibînin û dîmenên pezkovî û karxezalan digirin.
“Hem xweş e hem jî bibîranîn hene”
Geştyar Hande Çevîkê anî ziman ku ew ji Eskîşehîrê hatiye û li pey çû:
“Hevalên me yên Dêrsimî hene, em bi wan re hatin vê derê.
Xwezayeke wê ya bedew heye, ji her derê av diherike.
Li pişt me jî karxezal hene lê li vê axê zilm jî hatiye kirin.
Hevalên me nîşan da û li ser komkujiyê peyivîn.
Ji aliyekî ve pir xweş e lê ji aliyekî ve jî bibîranîn hene.”
Geştyar her wiha diçin serdana cihên olî û pîroz ên Elewiyan jî.
“Em mest bûn”
Geştyar Denîz Kuyuca diyar kir ku ew ji Enqereyê hatiye û da zanîn:
“Bi rastî pir xweş e, min pir eciband.
Min di jiyana xwe de cara ewil karxezal dîtin.
Min xweza û erdnîgariya wê pir eciband. Em mest bûn.”
Geliyê Munzûrê li Bakurê Kurdistanê herêma herî dewlemend a jiyana kovî ye.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê li ser 42 hezar hektar erd e.
Ev park mazûvaniya bi dehan cureyên ajelên kovî yên wekî pezkovî, karxezal, piling, beraz, gur û kewan dike.
.jpg&w=3840&q=75)

