Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa di salvegera 13emîn a damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa piştgiriya "neguhêr" a birêvebiriya parêzgehê ya ji bo rojnamegeran dike.
Mihemed Seman Axa dibêje ku medya di serxistina hewlên birêvebiriya Kerkûkê de xwedî roleke sereke û bibandor e.
Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa peyameke pîrozbahiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.
Mihemed Seman Axa di peyama xwe de got, "Em ji vir ji bo piştgirîkirina rojnameger û medyakaran tekezî li ser peyam û helwesta xwe ya neguhêr dikin.
Çimkî baweriya me ya temam bi girîngî û rola medyayê ya di piştgirîkirina hewlên birêvebiriya Kerkûkê de heye."
Parêzgarê Kerkûkê di peyama xwe de amaje pê kir ku ew dixwazin di piştgirîkirina rojnamegeran de berdewam bin da ku ew karibin bi awayekî herî baş erkên xwe yên pîşeyî bi cih bînin.
Peyama Sendîkaya Rojnamegeran
Di heman demê de Şaxa Kerkûkê ya Sendîkaya Rojnamegerên Îraqê jî Rûdaw pîroz kir.
Serokê Şaxa Kerkûkê ya Sendîkaya Rojnamegeran Merwan Anî ragihand:
"Em bi navê rojnamegerên Kerkûkê pîrozbahiyê li birêvebirî, staf û tîma Rûdawê ya li Kerkûkê dikin."
Merwan Anî got, "Salvegera damezirandina Rûdawê belgeyeke din a dahênan û serkeftina vê saziyê ye.
Her wiha nîşaneya wê bipêşketina mezin e ku karê medyayî li Îraqê bi dest xistiye."
Dîroka Tora Medyayî ya Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî ya bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Rûdawê beriya ku wekî toreke medyayî dest bi kar bike du hefteyenameyên çapkirî derdixistin.
Yek ji wan weşaneke siyasî û giştî bû ku hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an hat çapkirin.
Ya din jî weşaneke werzişî bû ku hejmara xwe ya yekem 4ê Hezîrana heman salê derxist.
Rûdawê ji bo ku li gel pêla dahênana dîjîtal a cîhanê bimeşe û ji bo parastina jîngeyê kaxezê rake, çapkirina rojnameyan da sekinandin.
Heftenameya werzişî 1ê Kanûna Paşîn a 2019an bi hejmara 530î û ya giştî jî 24ê Sibata 2020î bi hejmara 593yan hat rawestandin.
Xelatên cîhanî û navxweyî
Tora Medyayî ya Rûdawê hewl daye ku sûdê ji nûtirîn dahênanên teknolojîk ên warê ragihandinê wergire.
Armanca wê ew e ku di cîhaneke pêşketî de bi berdewamî nêzîkî şopînerên xwe bimîne.
Tora Medyayî ya Rûdawê di televîzyonê de bi Kurmancî û Soranî weşanê dike.
Rûdaw li ser portal û torên civakî jî nûçe û berhemên xwe bi Erebî, Îngilîzî û Tirkî belav dike.
Vê tora Kurdistanî ya pirzimanî bi dehan xelatên cîhanî û navxweyî bi dest xistine.
Rûdaw bi saya pîşeyîbûn, jêhatîbûn û pêbaweriya xwe, li ser bûyer û pêşhatên Kurdistan û herêmê ji bo kanal û ajansên nûçeyan ên herî navdar ên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke.
Ji van saziyên cîhanî yên herî diyar Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Ajansa Associated Pressê (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê ENEX in.
