Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew nîvê hikûmetê dixwazin
Serokê YNKyê Bafil Talebanî di salvegera damezirandina partiya xwe de daxuyaniyek da.
Bafil Talebanî ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de bi Tevgera Nifşê Nû re "peymaneke stratejîk" îmze bikin.
Bafil Talebanî destnîşan kir ku ew di hikûmeta nû de nîvê post û meqaman dixwazin.
Îro li Silêmaniyê bi boneya salvegera 49emîn damezirandina YNKyê merasîmek hat lidarxistin.
Bafil Talebanî li wê derê axaftineke siyasî ya berfireh kir.
Bafil Talebanî diyar kir ku rola YNKyê ya di siyaseta herêmê û cîhanê de zêde bûye.
Wî li ser pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya li Herêma Kurdistanê şertên partiya xwe eşkere kirin.
"Cîhan guh dide dengê YNKyê"
Talebanî bal kişand ser hêza dîplomatîk a partiya xwe û got:
"Îro hemû alî guh didin YNKyê. Li gel hêzên mezin ên wekî Amerîka, Ewropa, Rûsya û Çînê, cîrana me Îran û welatên Ereban jî guh didin dengê YNKyê."
YNK di çareserkirina pirsgirêkên li herêmê de roleke serekî dilîze."
Bi Nifşê Nû re şirîkatiya stratejîk
Bafil Talebanî qala rewşa siyasî ya li Silêmaniyê jî kir.
Talebanî bal kişand ser girîngiya wê lihevkirina ku wan bi Tevgera Nifşê Nû re kiriye û wiha pê de çû:
"Bi saya wê peymana ku me bi Nifşê Nû re kir, me heta astekê aramî li Silêmaniyê çêkir lê ev ne bes e.
Divê em bi hemû partiyên li Kurdistanê re di nav lihevtêgihiştinekê de bereyeke neteweyî ava bikin."
Divê em wekî partiyên her çar parçeyên Kurdistanê werin ba hev û polîtîkayên xwe nêzîkî hev bikin. Em ancax wê demê dikarin bigihîjin wê Kurdistana ku em xeyal dikin.
Daxwaza 50 bi 50yî
Bafil Talebanî li ser avakirina hikûmetê helwesta xwe ya xurt nîşan da.
Wî bal kişand ser dabeşkirina kursiyên li parlamentoyê û wisa axivî:
"Em ji bo guhertina jiyana gelê Kurdistanê gavên xwe diavêjin. Dê hikûmet were avakirin û em amade ne ku bi reqeman biaxivin.
Niha em 39 bi 39 in û em nîvê hikûmetê dixwazin. Em di vê mijarê de bibiryar in."
"Em nûnerên 50 milyon Kurdan in"
Serokê YNKyê di axaftina xwe de anî zimên ku ew dê xwedî li mîrateya serkirdeyên dîrokî derkevin û got:
"Em zarokên Mam Celal, Kosret Resûl, Cebar Ferman, Elî Eskerî û Şehîd Aram in. Divê em karên wisa bikin ku zarokên me bi me serbilind bibin."
Dema em nîşanî hemû cîhanê bidin ku em nûnerên 50 milyon Kurdan in, li ser rûyê erdê ti hêzek namîne ku bikaribe ji me re bibêje na."
Bafil Talebanî her wiha destnîşan kir ku ew dê rojên pêş li ser pêvajoya avakirina hikûmetê û başkirina jiyana xelkê peyameke nû belav bike.
.webp&w=3840&q=75)